Ez Tirk-manciya akademîk nizanim!

Ez niha li vir çend gotinan bi Tirkmancî jî ‘yazmîş’ bikim, ez bawer im wê dîsa hinek kes bi ser serê min de şildim bildimê bikin û wê bibêjin “Ez Tirkmanciya akademîk nizanim!”.
 
Yanî çawa ku em li jêr û jor pêhniya pêlava hev xweş nas dikin, her wiha em di meseleyên ‘akademîk’ de jî bezê guhê hev baş dinasin.
 
Loma ez dibêjim qey meseleya “Kurdiya akademîk” ji zanîneke akademîk bêtir ‘tiraliyeke akademîk e!’. (Mesele ji vê tiraliya me re patent lazim e, lê em serî li akademiyekê jî nadin! Heyf!?..)
 
Ji bo ku em fêrî xwendin û nivîsandina sê çar gotinên kurdî nebin, em bi sed ‘bahaneyên akademîk’ ve îmana hev derdixin û navê wê jî datînin, “Ez Kurdiya akademîk nizanim!”
 
Heta ku jixwerevîn ji me re bibe starek, helbet wê tiral-gehên me jî wekî xweliya Xwedê zêde bibin.
 
Heta ku em hez ji van ‘derewên adademîk’ bikin û fêrî pênc şeş gotinên zimanê xwe nebin, serê we xweş be wê zimanê me jî her li benda lêkolînên akademîk bisekine.
 
Heta ku em ji vê ‚koletiya xwe ya akademîk‘ memnûn bin, helbet wê her dem fikir û têgehên wekî “Ez Kurdiya akademîk nizanim” jî di bexçeyên civaka me de zûka şîn bibin.
 
Heta ku em hezarûyek ‘bahaneyên akademîk’ yên xwedêgiravî ‘welatparêz’ên me bi delalî pûç nekin, helbet wê zimanê me jî di bin lingê wan de can bide.
 
Heta ku em ava şêlo ya van ‘kundirên akademîk’ zelal nekin, helbet wê sloganên beredayî yên wekî “Her zimanek insanek e!” jî ji rihê civaka me re bibe nanekî germ.
 
Heta ku em şikir ji vê ‘bindestiya akademîk’ bikin û bibêjin “elhemdulîlah!”, helbet wê rebena kurdî di bin siya Tirkî ya welatparêzên me de rih bide.
 
Hingê em behsa çi jî bikin feyde nake ezgorî. Tu behsa ‘kundir’ bikî, wê yekser zebeşî fêm bikin.
 
Û dema ku Nanxwurê Cilqetîn bi Tirkmanciyeke jihevketî ve xwe li civakê wekî zimanzanekî kurd bide nasîn, helbet wê civak jî li her derî ‘Kurdiyeke akademîk’ bigere.
 
Ne min got: em pêhniya pêlava hev xweş nas dikin!
 
Di bîst sih salan de em fêrî Tirkî dibin. Ji bo gotineke Tirkî em sed ansîklobedî û ferhengan diperitînin, lê ji bo ku em du gotinên kurdî fêr nebin, em li rûyê hev dinêrin û bi derew û bahaneyên akademîk ve dibêjin „Ez Kurdiya akademîk nizanim!“…

Tew mala minê!!!

nûkurd

About The Author