Siyasetmedarên zîkzak

Iro rewşa siyaseta Tirkiyê ji bilî stratejiya dewletê, ya partiyan û hêzên Kurdan pir tevlihev xuya dike. Gotinên duh îro bê mane ne. Sozê hatî kirin, bê şerm nayê bicihanîn. Heta ki sozê xwe negire, xwe ji prensîpan dûr bike, bê alî û bê raman be, ev wek siyastmedarekî jîr û jêhatî tê pîroz û xelatkirin.

Niha jî ketine ser şopên mijarên nû ku çawa dikarin mirovan mijûl, gêş û ya herî giring bê bawer bikin.

Ku hewce be, ev siyasetmedar dibin oldar, dibin parazvanên zikê jinan û keçên me.

Piştî ku serokwezirê Tirkiyê propaganda dayikbûna sê zarokan dike, êdî ez şaş namînim ku yekî dinê rabe û ji me re bibêje hefteyê çend caran divê em herin cem hevjînên xwe.

Ev Tirkiyê bi kuderê ve diçe? Em vê pirsê û bersiva vê ji wan re bihêlin.

Lê çi hatiyê serê hinek siyasetmedaran kurdan? Ji xeyna ku xwezayî hinekan ixtiyar û gêş kiriye,  an jî şikl û  cepha xwe  guhartine, ev siyaseteke ne zelal, caran die tariyê de, caran di nav mij û duman de, ya here were ji kuderê tê.

Her roj projeyan li ser Kurd û Kurdistanê xêz dikin, dixemilînin, bilind dikin û dîsa bi destê xwe wêran dikin.

An jî ev siyasetmedarên Kurdan  jî xwe wek hevalên xwe yên siyasetmedarên Tirkan dibînin û naxwazin xwe ji wan kêm bikin.

Siyasetmedarekî Tirk dikare wiha bike. Çiqas ev siyaset şaş û ne rasyonel be jî, welatê wî heye.

Lê Kurdan çi xêr e?

Ku em wan hinekî rexne jî bikin, ji me re dibêjin „hûn ji siyasetê fêm nakin!“ Rast dibêjn. Ku alikariya kuştina Kurdan bi alikariya hêzen dewletê bikî, fikirandina te wek tarîqat û serokeşîran be, şerê dijî hêzên Kurdan bikî, ku ji aliyekî „şoreşger“û li aliyê dinê dewlemend û xwedî ahlaqê nizim bî, êdî rast e, ez ji siyastê hîç û hîç fêm nakim.

Çima ev siyasetmedar wiha hatine guhertin, an jî ez kevneperest mame?

Bê guman guhertin pêwist e, lê perjewendiyên welatekî, mirovatî, rêz û xwedî nasnameyekê ne sêv û porteqal in, ku dilê mirov bixwaze mirov bixwe, ku dilê mirov nexwaze mirov biavêje.

Her roj ev siyasetmedar daxuyaniyên dijber û tijî nakokî belav dikin. Rojekê dost in, roja dinê dijmin in; rojekê demoqrat in, roja dinê zalim in …

Belkû jî ez hinekî bi melankolî û derd dema borî zêde xweş û xeyal dikim.

Di mejûyê xwe de ez bêriya mirovên mêrxas, xwedî soz, bi esil û prensîp û bi her awahî welatparêz dikim.

Ma gelo ev di vê dema globalizmê de xeyal e?

Siyasetmedarên me dixwazin xwe pirr mediyatîk, zane û xwedî pir alî diyar bikin. Ki her roj di televiziyonan de derkeve, ki hevpeyvinekê di rojanamekê de bide ew îro „qehreman“ e.

Ku ev derfet jî tunebe, xwedê razî û maşallah înternet, facebook û twitter hene. Di vê derê de planan, projeyan ji bo azadiya mirovan û „cihanê“ vedihûnin.

Ev siyasetmedar ji xwe bawerin, çiqas di rojevê de bin hewqas baş e. Ji bo vê jî mijar û naverok ne hewqas giring in.

Enformasyon hevqas zêde bûne, êdî mirov gotin û kirinên baş û xirab ji hev zor cuda dike. Ev jî şanseke ji bo siyasetmedarên xwedî profîleke nû ye: Zîkzak, an jî multiple

Mirovekî multiple an jî zîkzak dikare bibe xwedî pir şexsîyetan, her roj dikare kirasê xwe biguherîne: Bi dijim re dijimin e, bi gundiyan re gundî ye, bi rewşanbîran re rewşenbîr e, bi jinan re jin e, bi mêran re mêr e…

Niha hinek wê bibêjin, ev tiştekî baş e. Mirov bi kê re be, divê wek wî be.

Baş e. Şexsiyetî, bawerî, prensîp li kuderê man?

Ez dizanim, hûnê niha jî bêjin:  Realite wiha ye.  Keka,  ji xewna xwe şiyar be!

Emê rojekê bibînin ka paşketî û pêşketî  çi ne?

Em jî wek her mirovekî qurbanê mejûye dîroka bav û kalên xwe, raman û hucreyên mejûyê xwe ne.

Ez çi bikim, bi hest e, dil û xemgînî di nav gola ava şêrîn de tîyê mafê nasnameye xwe me

Agendakurd

About The Author