Kemalîzm û Apoîzm

Berdevkê Tevgera Mustazafan (Li gor tê gotin alîgirên Hizbûllah ê ne) Parêzer Huseyîn Yilmaz, tevî heyetekê çû tazîya malbata esker Cahît Kiliç ku vê dawîyê ji alî PKK ve li Oremarê hatibû kujtin. Piştî fatîha, dua û sersaxîyê, Parêzek Huseyîn Yilmaz axavtinek kir û lotikek li Apocîyan, li PKK xist.

Huseyîn Yilmaz, di axavtina xwe de behsa şerê navbera dewletê û PKK kir û got: „Binerin kezebno, ev şer ne şerê me ye. Ev şer şerê Kemalîzm û Apoîzmê ye. Hinek bi navê Tirkbûnê îdeolojîya faşîzmê, yê din jî bi navê Kurdbûnê îdeolojîya Marksîzmê dikin bela serê însanên me, însanên me dikin lîztoka îdeolojîya xwe û bi hevdu didin kujtin. Kesên ku tên kujtin tev zarokên xelkê ne, Kurd û Tirk in. Lê balkêş e, kes bela xwe li desthilatdar û serdarên eskerîyê nade“ filan û fîstan.

Ez serê we neêşînim, Parêzer Huseyîn Yilmaz ev şerê bê armanc kir şerê Kemalîzm û Apoîzmê, şerê Kemalîstan û Apocîyan wesselam.

Birastî lo, şerê Xaloîzm û Kaloîzmê kengî dest pê dike hûn zanin?

Amed

About The Author