Mahmûdo dev ji siyasetê berdide

Mahmûdo, hûn zanin lo, yanî Mahmûd Ehmedînejad efendî, dev ji siyasetê berdide. Li gora ku sîxurên me ji Tehranê radigihînin, dibêjin dilê Mahmûdo ji vir û derewên siyasetê xeliyaye û pê virikî bûye. Ji ber vê jî mêro naxwaze di hilbijartinên pêşerojê de bibe namzetê siyasetê.

Mahmûdo hevpeyvînek da rojnameya Almanî Frankfurter Allgemeine Sonntagzeitung û çend lotik avêtin. Mahmûdo dibêje „8 sal bes û zêdeyî serê min û bavê min in. Ez bi siyasetê virikî bûm, ez difikirim vegerim Akademîyê“ filan û fîstan.

Mahmûdo bi serê Xûmeynî sûnd xwariye û gotiye ”Ezê tu partî û grûpan ava nekim cîgerim, ji xwe avakirina partîyan zêdeyî bejn û bala min e, ji qûna min nayê” û piştî 8 salên siyasetê dixwaze li mala xwe rûnê û çîrokên xwe ji zarokên xwe re bêje.

De xwezî bi wê rojê ku Kurd ji lotikên Mahmûdo xilas bibin û ev tir ji wî re nemîne…

Mahabad

About The Author