Osmanê me rojev germ û nerm kir

Xalê me Osman, ango Şaredarê Amedê Osman Baydemîr, wek her caran, vê carê jî çend lotikên bêîman avêtin û çend mîrkutên Kurdewarî li nav serê Kasimpaşalî Receb û dewleta wî xist. Osmanê me ji malpera Beroj re axivî û serê hefsarê hespê xwe berda, şûrê xwe kişand û berê xwe da dewletê.

Osmanê me di axavtina xwe de gotiye: “Binerin cîgerim, ezê helweta xwe ya wîjdanî û exlaqî raxim holê. Berxwedana me berxwedana Kurd û Kurdistanê ye. Daxwazên mafdar ên gelê Kurd rojekê her wê bi selametê encam bide. Wê gelê Kurd bigihê azadîya xwe û nîrên koletîyê ji stuyê xwe bavêje” û sincirî.

Osmanê me pêde çûye û gotiye: ”Binerin qurban, em ji bo gelê Kurd û Kurdistanê azadîyek li ser bingeha wekhevîyê dixwazin. Li ser vê xakê çi mafên Tirkan hebin wê heman maf ji bo Kurdan jî hebin. Yan na navê vê nabe azadî, nabe bratî. Dersa bijarte ji bo Kurdan heqaretek mezin e, ev ne reform e, ev lotika Erdogan ne ronesans e, çeqilmas e. Heke ez di xaka xwe ne nikaribim zarokên xwe bi zimanê zikmakî perwerde bikim, heke ez nikaribim navê erdnîgarîya xwe bi bînim ser zimên, heke îradeyek ku erdnîgarîya min temsîl bike tunebe, heke hilbijartinên azad nebin û sembolên vê erdnîgarîyê neyên bikaranîn, wê navê vê zîtirkê nebe azadî. Azadî ne azadîya kes û şexsa ye, azadî ev e ku millet bi çand û nasnama xwe li ser xaka xwe bi azadî bijî” û hespê xwe ajot.   

Xalê me Baydemîr lotikek din avêtiye û behsa helwesta Kurdan û partîyan jî kiriye. Wele xweş gotiye, xwedê heye. Çi gotibe başe? Ji Kurdan re gotiye: ”Binerin qurban, baş guhê xwe bidin min. Li gor min divê Kurd êdî berê xwe bidin milletê xwe. Divê dev ji dûviktîya AKP, CHP û MHP berdin. Bi dehan alternatîf hene bbam, ciyê Kurdan ne AKP, CHP û MHP ye. Ciyê Kurdan li cem gelê xwe ye. Heke hûn BDP, Hak-par ê, KADEP ê naecibînin û ji wan ne razî ne, partîyek nû damezrînin û têra xwe tê de lotikan bavêjin. Ewqas rehet û hêsan e babam” û pê de çûye.

Werhasilî kelam, Osmanê me germ bûye û bûye pizot. Hem mîrkutek li nav serê Tirkan xistiye û hem jî lotikek li Kurdên derveyî BDP, Hak-par û KADEP ê xistiye.

De xwedê xêra Osmanê me qebûl bike rebbî…

Birastî ez jî meraq dikim lo, ev Kurdên li derveyî BDP, Hak-par û KADEP ê, çima nayên cem hev û partîyek netewî – Kurdistanî danamezrînin? Yan ji jinên xwe ditirsin?

Amed

About The Author