Doç.Dr.Osman Karatay: „Bapîrê Tirkan Kurd in!“

Dîroknas Doç.Dr.Osman Karatay, pisporê „Qebîle û eşîrên Tirka“  û endamê Enstîtuya Lêkolîna Dinya Tirka ye.

Osman Karatay, li bajarê Ordû yê beşdarî „Konferansa Koka Tirkî û Tirkan“ bû û çend lotikên bêîman avêtin. Karatay di konferansê de behsa koka Tirkan kir û ew bi Kurdistanê ve girêdan.

Karatay lotikek dîrokî avêt û got: „ Belge û delîlên ziman û arkeolojîyê nîşan didin ku bapîrên Tirkan berî 5 hezar sal ji Rojhilata Navîn, ji bakurê Iraqê û rojavayê Îranê (ji başûr û rojhilatê Kurdistanê) koçberî Tirkistanê bûne. Ji ber vê, bapîrên Tirkan ji Mezopotamya û rojavayê Îranê ne“ (yanî ji Kurdistanê ne).

Dîroknasê Tirk Karatay, bi berdewamî anî zimên û got: „Ev qebîleyên ku ji bakurê Iraqê û rojavayê Îranê çûne Tirkistanê, di nava zemên de zimanê wan û zimanê qebîleyên herêmê têkilhev bûye û zimanê Tirkî pêk hatiye. Bi taybet zimanê xelkê Sûbarî (ku bapîrên Kurda ne) û zimanê xelkê herêmê bi sedê salan têkilhev bûye û di encamê de Tirk wek grûpek etnîk derketiye holê. Ango, bavikê Tirkan ji Rojhilata Navîn e lê niştimanê wan ne Rojhilata navîn e.

Cîgerim Karatay, zimanê Tirkî jî bi koka xwe bi zimanê Mezopotamya, zimanê xelkê herêma Zagros û rojavayê Îranê ve girêda û lotikek din avêt.

Werhasilî kelam, dîroknasê Tirk Osman Karatay bavikê Tirkan kirin Kurd û hefsarê Kurdan xist stuyê wan.

Sedî sed ez zanim ku Kurd ne Tirk in. Îcar Tirk ji kê ne, ji pozê kê ketine ji xirrê min ve û hûn sax…

Trabzon

About The Author