Bi dewletê re şer nake, AKP jê re bûye kabûs

Taktîk e yan stratejî ye nizanim, lê ji daxuyanîyên wan jî dixuye ku serê rêvebirên PKK ne zelal e, tevlihev e. Xuyaye piştî astengkirina hevdîtina Ocalan û parêzerên wî ev nezelalî zêdetir bûye. Mûrat Karayilan ji alîyekî behsa aştî û çareserîya demokratîk dike, ji alîyê din bi taybet Cemîl Bayik, Mustafa Karasû, Dûran Kalkan,

Nûreddîn Sofî û Bahoz Erdal bûne berdevkê berdewamîya şer û ji bo jar û  lawazkirina AKP û hikûmeta Erdogan cercûrên xwe li keleşên xwe dixin. Daxuyanîya vê dawîyê ya Dûran Kalkan ê Tirk pir vekirî radixe ber çav ku ew (PKK) bi dewletê re şer nake, tu dijberîya wê bi dewletê re tuneye, tu pirsgirêka wê bi dewletê re tuneye (ku dewlet bi xwe artêş e, MÎT e, dem û dezgehên kûr, sererd û binerd in), armanca sereke têkbirina Erdogan û hikûmeta wî ye. Halbûkî di dîroka Tirkiyê de hikûmeta ku herî zêde (pir yan kêm) hinek gavên demokratîk avêtine û dixwaze bavêje, hinek derî ji xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî re vekiriye, generalên dewleta kûr girtiye û avêtiye hepsê Erdogan û hikûmeta AKP ye. Hikûmeta ku di bin ala rengîn de, di bin ala Kurdistanê de serdana Hewlêrê dike û pişkokên xwe li ber rayedarên Kurdistanê digre dîsa Erdogan û hikûmeta wî ye. Ne go ez pesnê Erdogan û hikûmeta wî didim, yan alîgirîya wan dikim, na. Lê divê meriv destê xwe deyne ser wîjdanê xwe û rastî çi be wê bêje. Heke di dîroka Tirkiyê de hinek hikûmetan ji hikûmeta Erdogan û AKP çêtir û baştir gav avêtibin, derkevin bêjin, min derewîn derxin. Ji xwe sedema ku MHP, CHP, rêxistinên wek Ergenekonê û hetta dewleta kûr a di nava BDP û PKK de jî êrîşî Erdogan û AKP dikin ev e.

Van rojan rojeva Kurd û Tirkan dîsa serûbino bûye. Ji alîyekî Leyla Zana daxuyanîyek balkêş da, hêvîyek da awira gelemperîya Kurd û Tirkan, Erdogan wek mîmarê çareserîya pirsgirêka Kurd dît û di encamê de hatin ba hev. Ji alîyekî A. Turk û S. Demîrtaş helwesta Leyla Zana rexne kirin û piştre hêvî kirin ku ji hevdîtina Erdogan û Zana tiştekî xêrê derkeve. Ji alîyê din nîqaşa li ser Ocalan û Îmralîyê (ka li Îmralîyê ye yan li bajarê Bûrsayê mêvanê dezgeha MÎT ê ye) berdewam in. Ji alîyekî dewleta Sûrî balafirek Tirkiyê xist, PYD li ser sînorê Tirkiyê ala xwe (ku tu eleqeya wê alê û ala Kurdistanê pevre tuneye) çikand û Tirk aciz kirin. Tirkiye tanq û topên xwe şandin ser sînorê Hatay ê û bala hikûmeta Sûrîyê kişand. Û çend rûdanên din..

Cîgerim Dûran Kalkan tam piştî  hevdîtina Erdogan û Leyla Zana daxuyanîya xwe belav kir û bombe teqand. Balkêş e, çi dema ku behsa aştîyê tê kirin, çi dema ku hêvîyek ji civakê re çêdibe, hew we dît generalekî „Komara Qendîlê“ bombe teqand û ew hêvî pûç kirin, bi hinek kujtin û teqandinan xelk çavtirsandî kirin û rê li ber siyaseta demokratîk girtin, hevdîtin an nêzîkatîya herdu alîyan sabote kirin. Berî daxuyanîya Dûran Kalkan, rojnamevanê MÎT ê Avnî Ozgurel li Qendîlê hevpeyvînek bi Karayilan re kir û Karayilan germ û nerm axivî, behsa aştîyê û provokasyona Silîva kir. Wek tê zanîn, berî bûyera li Silîva û kujtina eskeran, Ocalan daxuyandibû ku wî û dewletê li hev kiriye û êdî hertişt temam e. Piştî daxuyanîya Ocalan teqîna li Silîva çêbû û ji wê rojê û virde danûstendinên dewletê (MÎT û hikûmeta Erdogan) û PKK ji hev qut bûn. Daxuyanîya Dûran Kalkan jî çi hikmet be tam piştî hevdîtina Erdogan û Leyla Zana pêk hat. Gelo ev lihevrasthatin û tesaduf e, yan ji qewla Karayilan ve provokasyon e, hûn bêjin..

Cîgerim Kalkan, di hevpeyvîna xwe ya bi ANF re dibêje: „Em bi dewletê re şer nakin, armanc û hedefa PKK têkbirina hikûmeta AKP ye. PKK paradîgmayek girîng jîya, çareserkirina pirsgirêka Kurd ji avakirina dewletê derxist, çareserîya demokratîk da ber xwe, esas girt. Ji ber vê, lêgerînek me ya li himber dewletê avakirina dewletek din tuneye“ û hespê xwe ajotiye. Ango, tu pirsgirêka PKK bi dewletê re  (bi MÎT, artêş û dezgehên dewleta kûr re tuneye, armanca wan tenê xistina hikûmeta AKP ye).

Ê başe cîgerim, ji qewla xaltîka me Leyla Zana ve, madem lêgerîna we ya avakirina dewletek Kurdî tuneye, çima hûn keç û xortên Kurd ji bo çareserîyek demokratîk didin kujtin? Helbet ji bo Dûran abêmiz ferq nake, yên tên kujtin jî piranî Kurd in û yên dikujin jî dîsa Kurd in. Ma xema Dûran Kalkan û Tirkên weke wî ye? Çawa be Tirkan nav li Kurdan kiriye, „En îyî Kürd ölü Kürd tür – Kurdê herî baş Kurdê mirî ye“. Li gora ku Dûran abêmiz jî Tirk e û di jiyana xwe ya siyasî de ji Kurdan û zimanê Kurdî hez nekiriye, Kurd tên kujtin, qirra wan rabe jê re hêç e. Çawa be ne zarokên wî, ne merivên wî, ne mirîşk û dîkên wî nayên kujtin. Çi dibe dîsa li Kurdên xwelîser û reben dibe.

Werhasil, Adanalî Dûran abêmiz gotiye: „Em di pêvajoya çareserîyê de ne. Lê wek dema borî ne çareserîya siyasî, çareserîya eskerî ye. Em gîhane wê bawerîyê, heta hikûmeta AKP hebe wê çareserîya siyasî ya pirsgirêka Kurd jî  pêk neyê. Ji ber vê, em derbasî bergehek çalaktir bûn, me stratejî guhert.“ filan û bêvan.

Siphan allaaaaaa û la îlahe îlallah!

Ev çi şorba nîskê ye, çi tirşo û çeqilmast e!

Yanî çareserîya pirsgirêka Kurd di têkbirina AKP de ye?

Yan wê MHP, CHP, HAS Partî, DSP ji AKP zêdetir pirsgirêka Kurd çareser bike?

Yan hûn bawerin wê generalên artêşê pirsgirêka Kurd çareser bikin?

Axir, li gora Dûran Kalkan abêmiz çareserîya siyasî nemaye, heta AKP hebe çareserîya siyasî jî çênabe. Hêvî maye çareserîya eskerî.

Heta îro zêdeyî 40 hezar Kurd hatine kujtin. Heta mesele çareser bibe Dûran abêmiz 40 hezar Kurdên din jî nede kujtin baş e…

About The Author