TPK yekîtîya milletê Kurd diparêze

Belê qurban û heyran, Tevgera Partîya Kurdistanê (TPK) xebat û lotikên xwe bi xurtî didomîne û wek hespê rehwan dibeze, wek trimbêla porşe daye xazê.

Tevgera ku bi serokatîya siyasetmedarên wek xalê me Îbrahîm Guçlu û M. Emîn Kardaş bi rê ve dimeşe, civîna xwe li Amedê pêk anî û lotikek qerase avêt. TPK dixwaze partîyek Kurd û Kurdistanî damezrîne, dixwaze bernameyek ji bernameyên partîyên din cudatir pêşkêşî Kurdan bike û li ser esasê Kurdayetîyê xebata xwe bimeşîne.

Di civînê de xalê me Îbrahîm Guçlu peyivî, armanca TPK anî zimên û got ku armanca wan yekîtîya miletê Kurd e.

Yekîtîya milletê Kurd!?

Helbet Kurd tev yekîtîya milletê Kurd dixwazin. Lê kaaaaaaaaa!

Birastî lo, gelo hûn bawer dikin ku wê Kurd bibin yek?

Hûn dev ji Kurdên parçeyên din berdin, gelo wê Kurdên bakur karibin rojekê bibin yek? Gelo wê karibin di bin sîwanek netewî de bigihên hev û hevdu himbêz bikin?

Yan heta PKK hebe wê yekîtîya Kurdan pêk bê?

Yan heta Kurd tev nebin PKK î, wê çawa yekîtîya Kurdan pêk bê?

Îcar sayin û birêz rêvebirên Tevgera Partîya Kurdistanê…

Berî her tiştî em vê lotika we pîroz dikin. Lê bawer bikin pêkhatina yekîtîya Kurdan zor û zehmet e. Ji niha ve nedin dû xewn û xeyalên germik û nermik û wextê xwe bi „yekîtîya Kurdan“ ve derbas nekin. Çend sal emrê we yê mayî jî wek dema xortanîya xwe li dû yekîtî û hevkarîyan heba nekin qurban.  Hûn jî zanin û em tev jî zanin, yan wê Kurd tev bibin PKK î heta ku yekîtîya Kurdan pêk bê, yan jî heta PKK hebe wê Kurd nikaribin bibin yek. Çima? Ji ber „Zor zane, zêr zane, devê tifinga mor zane“. Zor li cem PKK ye, zêr li cemPKK ye û devê tifinga mor li cem PKK ye. Ku ev hersê cewher li cem kê hebin, ji derveyî xwe çima wê yekîtîya Kurdan biparêzin cîgerim? Ma dîn in? Ma dîn in keda xwe û derfetên xwe ji bo yekîtîya çend Kurdan heba û feda bikin?

Îcar qurban, berî yekîtîya Kurdan, pêşî hûn xwe bi xwe di mejî û dilê xwe de bibin yek. Dek û dolab, fen û fût, pehîn û lotikên demên berê ji serê xwe bavêjin, berê xwe pak û rewan bikin û piştre berê xwe bidin Kurdan û wan bikin yek. Pêşî can û piştre canan. Heta hûn xwe bi xwe nebin yek, hûn nikarin Kurdan jî bikin yek.  Ji bo tatmînkirina hestên xwe partîyên ku hûn nikaribin ji bin barê wê rabin ava nekin.  Wek demên berê ava bikin lê xira nekin. Yekîtî bê bedel, bê fedakarî nabe, vê ji bîr nekin.

Û tiştekî din ji bîr nekin, tiştekî girîng..

Em bûne kalê zemana, ji tevgera xwe re keç û xortên ciwan peyda bikin.

Wan bikin lokomotîv û li pêşîya vagonên xwe kin.

Û piştre pîpîk û zingilê trênê bikşînin, „tîîîtttttt, tîîîîtttttttt“ û rê ji xwe re vekin…

Ê de TPK li ser xêrê be rebbî….

Ev kes di TPK de cîh digrin:

„İbrahim Güçlü, Mehmet Emin Kardaş, Bahattin Mutlu, Ömer Özmen, Mehmet Emin Dicle, Muhittin Batmanlı, Hasan Kaçmaz, Hafız Togan ve Dr. Sabri Sosyal“

Amed

About The Author