PKK û BDP başqanê me dixapînin

Li ser bextê rojnameya SABAH be, dibêjin xwedêgiravî başqan Ocalan nameyek qerase ji wezîrê dadê re şandiye û rojnameya SABAH jî ew name bi dest xistiye. Li gora lotika rojnameya SABAH, dibêjin xwedêgiravî başqan Ocalan di nameya xwe de gotiye: „Sayin wezîr, çawîş û başçawîşên PKK û BDP min dixapînin. Min bi van parêzerên sermezin re neynin ba hev, ew gotinên min berevajî dikin, li gora xwe li hev siwar dikin û şaş radigihînin xelkê. Peyamên min nagihên ciyên xwe, êdî ez naxwazim hevdîtinan bi wan çeqilmastan re çêkim qardaşim“ û derî li ber hevdîtinan girtiye.

Xuyaye ev name piştî êrîşa Silîva ku têde 12 esker hatibûn kujtin, hatiye şandin. Wek hûn zanin, piştî ku başqanê Kurdên dinya û axretê sayin başqan Ocalan gotibû „Me û dewletê li hev kiriye, mesele gihaye asta protoqolê“ li Silîva provokasyonek çêbû û 12 esker hatin kujtin. Ocalan di nameya xwe de xemgînîya xwe anîye zimên û gotiye ku heta çek bêdeng nebin gav nayên avêtin wê pirsgirêk neyên çareserkirin.

Balkêş e, Adanalî Dûran Kalkan ê Tirk, di hevpeyvîna xwe ya vê dawîyê de gotiye „Me berî 2 salan stratejîya xwe guhert, em êdî bawerîyê bi çareserîya siyasî naynin, çareserî di şer de ye“ û dema provokasyona Silîva tîne bîra meriv. Karayilan jî di hevpeyvîna bi Avnî Ozgurel re gotibû ku bûyera Silîva provokasyon e û bal kişandibû ser hebûna destên qirêj ên di nava PKK de.

Axir, îcar sedema hevnedîtina başqan Ocalan û parêzeran hat fêhmkirin gelî lotikvanan. Parêzer gotinên Ocalan paşûpê li kerê siwar dikin, li gora berjewendîyên xwe ditefsilînin û başqan Ocalan didin ber şeg û pegan. Û PKK û BDP? Ew jî başqanê me dixapînin, bi hest û kesayetîya wî dilîzin û wî wek taşeron ji bo berjewendîyên xwe bi kar tînin.

Law parêzerno, çima hûn gotinên başqanê me berevajî dikin oxlim? Ma başqanê me zarok e hûn henekê xwe pê dikin hi?

Law PKK û BDP î no, çima hûn başqanê me dixapînin babam? Law ma hûn ji bavê xwe fedî nakin oxlim? Li ser pişta başqanê me bibin mirov, bibin holdîng, dewlemend bibin, bibin çawîş û başçawîşê partîyan, bibin wekîl û general, piştre jî rabin wî bixapînin ha, law ma wefadarî ev e cîgerim?

Na na, em başqanê xwe bi tenê nahêlin qardaşim. Em qebûl nakin go PKK û BDP başqanê me bixapînin, em qebûl nakin go parêzerên „zîqzaq“ gotinên başqanê me çirto virto bikin û pê awira gelemperî şaşomaşo bikin, xelas!

Enqere  

About The Author