Xalê Osman lotikek li mamo xist

Helwesta mamê me Talabanî di nav Kurdan de pir hat nîqaşkirin û rexnekirin. Mamê me Talabanî çi difikire, di dek û dolab di serê wî de hene nizanim, lê xuyaye ji Erebê qûnreş Nûrî Malikî re bûye pişt û balgeh û pişta Nûrî Malikî digire.

Di vê derbarê de xalê me Mehmûd Osman ji rojnameya Şerq El-Ewsed a Brîtanya re axivî, helwesta mamo rexne kir û lotikek bêîman li mamê me Talabanî xist.

Xalê me Osman gotiye: „Ew qûnekê Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî milyonek çekdar xistiye bin destê xwe, Celal Talabanî jî naxwaze bawerî ji Malikî bê vekişandin û bûye alîgirê wî. Kurd, Ereb, Sune, Şîa û Turkmen dixwazin ku bawerî ji Malikî bê stendin, lê ew xiyar guh li kesekî nake. Talabanî naxwaze bawerî ji Malikî bê vekişandin, ew her ji destpêkê ve pişta Malikî girtiye“ filan û fîstan.

Li ser bextê rojnameya Şerq El-Ewsed be, dibêjin hinek fitne û fesad dibêjin ku mamê me Talabanî ji sofîk û melayên Îranê ditirse û ji ber wê dawa Nûrî Malikî bernade. Hinek fitne û fesad jî dibêjin ku „goştê elokên Îranê ji goştê elokên Kurdistanê xweştir û lezîztîr e, ji ber wê destê mamo ji goştê elokên Îranê nabe û piştgirîyê dide Nûrî Malikî.

Êêêêêê, ji xwe hebûn û nebûna mamê me xwarina goştê elokan e. Ma go goştê elokan ji ser bê qutkirin, wê dawîya temenê xwe mamê me çi bixwe kaka! Ma bila mamê me bê goştê elokên Îranê bimîne, ma bila rebeno ji birçîna bimre kaka!?

Silêmanî

About The Author