Mîster Kurdistan, Sofî Xelef!

Sofî Xelef

Belê, wek hûn zanin, cara pêşîn li başûrê Kurdistanê pêşbirka „Şahciwanên Kurdistanê“ pêk hat û di pêşbirkê de xanim Şênê Ezîz Ako bû „Mîss Kurdistan“.Ê helbet canim, ma xelk can in Kurd bacan in? Ma Kurd kêmî xelkê ne? Ma keç û xortên xelkê ji keç û xortên me ciwantir û bedewtir in? Na.

Lê tenê pêşbirka „şahciwanên keçan“ têr nake. Divê pêşbirka şahciwanên xortan jî pêk bê ne wilo? Yanî pêşbirka Mîster Kurdistan! Ma xortên Kurd ne ji Eyşika Ereb in, ew jî can in û ne bacan in.

Heke rojek ji rojan hikûmet yan dezgehên başûrê Kurdistanê pêşbirka xortan jî pêk bîne, wek Partî Demokratî Lotikxane ji niha ve namzetê me amadeye heyran. Namzetê me yê pêşbirka şahciwanên Kurdistanê mîster Sofî Xelef e. Em ji niha ve dora xwe datînin ser tenûrê. Sofîkê me di vê derbarê de bi xwe bawere û dibêje „sedî sed ezê bibim yekem û bibim şahciwanê xortên Kurdistanê“ filan û bêvan.

Werhasil, namzetê me ji bo pêşbirka „Mîster Kurdistan 2013“ hazir û amadeye.

Mîster Kurdistan kî ye?

Helbet Sofî Xelef e wî…

About The Author