Na welle, bila bibe serokwezîr!

Serokê HAK-PAR ê kekê me Bayram Bozyel, hevpeyvînek qerase daye rojnama Rûdaw ê û çend lotikên ademî avêtine.

Bayram Bozyel di derbarê girtina girtina Ocalan, azadkirina wî û hevnedîtina wî ya bi parêzerên wî re dibêje: “ Welle û bille, li gor bawerîya me, pêwiste lêborîna giştî derkeve, di vê çarçoveyê de Ocalan bê azadkirin û di siyasetkirinê de azad be. Em wek BDP nabêjin bila Ocalan li zindanek vekirî yan li malê be, em dibêjin bila Ocalan bê azadkirin. Bila Ocalan jî li Amedê bibe serpereştê partîya xwe û beşdarî hilbijartinan bibe. Û heke îmkan hebe, bila li parlamentoya Tirkiyê jî siyasetê bike“ filan û xeftan.

Axir, cîgerim kekê me Bozyel ji BDP zêdetirbaşqan Ocalan paraztiye û xwedî lê derketiye. BDP dibêje: „Bila Ocalan li zindanek vekirî yan li malê di bin çavdêrîyê de be“ û Bozyel dibêje „Nabe, bila Ocalan bê azadkirin û têkeve parlamentoyê jî babam“ û xweş dike.

Ez serê we neêşînim, serokê HAK-PAR ê Bozyel azadî û parlamenterîya Ocalan dixwaze. Gelo wê serokê nû ê HAK-PAR ê xalê me Bûrkay di vê derbarê de çi bêje nizanim, lê em wek Partî Demokratî Lotikxane ji Bozyel gavek din pêşde diçin û dibêjin: „Na, welle û bille em qebûl nakin! Parlamenterî ne bes e, ne serokwezîrtî yan serokkomartî be em qîma xwe naynin babam. Xelo jî dibe parlamenter û Celo û Miço jî. Ma hûn başqanê me û parlamenterên hayella dikin mêzînekê qardaşim? Nabe!“

Axir, de xwedê kerîm û rehîm e. Hew we dît Kasimpaşalî Receb hat ser rêya îmanê, efûyek giştî derxist û başqanê me jî azad kir. Lê piştî wê wê Beko Ewanên wek Dûran Kalkan ê Adanalî çi dek û dolaban bigerînin, aha ez wê nizanim..

Stenbol

About The Author