Serok Barzanî û rûreşîya Tirkên Kurd

Şik têde tune, serok Barzanî serokê Kurdistanê ye. Li herêmê û seranserê dinyayê  xwedî gotin, rêz û paye ye. Êdî di Rojhilata Navîn de bêyî Kurdan, bêyî daxwaz û rola serok Barzanî şêwr û mişêwrên siyaseta herêmê nayên gerandin. Kurdistan bi Barzanî û Barzanî jî bi Kurdistanê tê û hatiye naskirin. Ked û xebata vê malbata qedîm, şehîd û cangorîyên vê malbata qedîm, fedakarî û malwêranîya vê malbata qedîm, di dîroka Kurdistanê de ciyekî taybet digire. Êdî bi gotin an galegalên sûtal, berdûş û pêxwasên kuçe û kolanan ev malbat nayê herimandin, Barzanîyan mohra xwe li dîroka Kurd û Kurdistanê xistine. Hem jî mohrek zêrîn, mohrek ku heta dinya hebe hew ji rûpelên dîrokê rabe.

Kurdistana federe îro di çavên neyar û dijminan de bûye strî û kelem. Û hêza ku Kurdistana azad li ser pê û lingan dihêle dîsa ev malbata qedîm e. Heke ne ji malbata Barzanî, ne jî xebat û helwesta wan be, bawer bikin kevir li ser kevir namîne, wê ev parçeyê azadkirî li ber lingan têk biçe û wenda bibe. Ji ber vê jî, malbata Barzanî di çavên hinek kesên xwenenas, dilreş û hesûd de reş bûye, ji dagîrkerên Kurdistanê zêdetir dijminatîya malbata Barzanî dikin. Halbûkî çi kesê ku li ser navê Kurd û Kurdistanê derketibe rê û xêra vî milletê mazlûm dixwaze, gerek dostanîya Kurdistana azad û vê malbata kedkar bike, xwedî li wan derkeve û vî parçeyê azad wek ronîya çavên xwe biparêze. Lê mixabin hinek kesên ku bi dil, mejî, ruh û hestên xwe Tirk in, Kemalîst in û bûne bela serê tevgera Kurdî, îro rêz û qedrê ku dinya û alem dide serok Barzanî, ew nadinê. Tew bi rûreşî êrîşî cenabê wî dikin, wî ne wek serokê Kurdistanê lê wek serokê PDK dibînin, qaşo wî piçûk dikin û dixwazin serok Barzanî di çavê milletê Kurd de reş bikin. Ev kesên ku di jiyana xwe ya siyasî de ji Kurd, Kurdistan û Kurdî hez nekirine, heyf û mixabin li bakur serokatîya tevgera Kurd dikin û bi navê Kurd û Kurdistanê Kurd û Kurdistanê wêran û şerpeze dikin.

Dûran Kalkan ê ku ji grûpa Enqerê ye û di nava PKK de wek kesek kûr û tarî tê binavkirin,  berî niha hevpeyvînek qerase da ajansa ANF. Kalkan, di derbarê aştî û şer de bê qeyd û şert alîgirîya şer kir û rê li ber çareserîya siyasî û demokratîk girt. Dûran Kalkan yek ji wan kesa ye ku heta îro nehiştiye PKK bibe tevgerek Kurd, Kurdistanî û nirxên netewî biparêze. Kalkan yek ji wan kesên sereke ye ku bûye sedema asîmîlekirina PKK û Kurdan û zimanê Tirkî kiriye bela serê Kurdan. Kesên mîna Kalkan Tirk, zimanê Tirkî kirin zimanê fermî yê PKK û belkî heta bi îro jî nikare çend gotinên Kurdî bîne ber hev. Ev kesên ku bi dil, mejî û hestên xwe Tirkên Kemalîst in û bûne rêveberên tevgerên Kurdî, helbet wê qedr û qîmetê destketinên Kurdan jî nizanibin, ji bo serê hefsêr ji destê wan dernekeve, wê êrîşî her nirxên Kurd û Kurdistanî jî bikin.

Kalkan, di hevpeyvîna xwe de dibêje „Em bi dewletê re şer nakin, armanc û hedefa PKK têkbirina hikûmeta AKP ye. PKK paradîgmayek girîng jîya, çareserkirina pirsgirêka Kurd ji avakirina dewletê derxist, çareserîya demokratîk da ber xwe, esas girt. Ji ber vê, lêgerînek me ya li himber dewletê avakirina dewletek din tuneye“ û lotikek li avakirina dewleta Kurd xist, rûn li ser nanê dewleta Tirk kir.

Dûran efendî dîsa gotiye „Em di pêvajoya çareserîyê de ne. Lê wek dema borî ne çareserîya siyasî, çareserîya eskerî ye. Em gîhane wê bawerîyê, heta hikûmeta AKP hebe wê çareserîya siyasî ya pirsgirêka Kurd jî  pêk neyê. Ji ber vê, em derbasî bergehek çalaktir bûn, me stratejî guhert“ û  dixuye ku Kalkan hesabê Ocalan û helwesta wî jî nake.

Kalkan ê ku tu dijberîyek wî li hember dewleta Tirk tuneye û armanca wî tenê têkbirina hikûmeta AKP ye, dibêje ku wan berî 2 salan stratejî guhertiye. Halbûkî wê demê Ocalan û dezgehên dewletê ji bo çareserîyek siyasî hevdîtin dikirin û kekê me Karayilan jî berî hevpeyvîna Kalkan gotibû „Bûyera ku li Silîva pêk hat provokasyon bû, xuyaye hinek kes di nava PKK de provokasyonan dikin“ û bal kişandibû provokatorên nava PKK.

PKK rêxistinek e, partîyek berfireh e. Helbet wê di nava wê de Tirkên mîna Dûran Kalkan û Mustafa Karasû jî  hebin. Û dîsa wê kesên mîna Mûrad Karayilan û Leyla Zana Kurd jî hebin. Ferqa navbera wan ev e ku Kalkan û grûpa wî ji Kurdayetî, ji nirxên Kurdistanî dûr û Karayilan û Zana jî Kurd û nêzîkî nirxên Kurdistanî ne.

Kalkan ê ku tucarî xwîna wî li Kurd û Kurdistanê nekeliyaye û ji sala 1979an û heta îro bûye yek ji wan aktorên şerê birakujîyê, di hevpeyvîna xwe de rûreşîyek mezin kir û serok Barzanî, Barzanî yê ku dinya û alem wî wek serokê Kurdistanê nas dike, qebûl dike û rêzê jê re digre, wek „serokê BDP“ bi nav kir û helwesta wî ya ji bo pêkanîna aştî û çekberdanê rexne kir. Ev rûreşî helwesta Kalkan, dijminatîya wî ya li hember tevgera Kurd û Kurdistanê pir vekirî eşkere dike. Barzanî yê ku ji alî piranîya Kurdên başûr ve wek serokê Kurdistanê hatiye hilbijartin û dewletên dinyayê jî wî wek serokê Kurdistanê qebûl dike, ji alî Tirkên mîna Dûran Kalkan ve bi bêşermî tenê wek „serokê PDK“ tê qebûlkirin. Kesên mîna Dûran Kalkan ku „bê dûnde“ ne, ne zewicî ne û hezkirina zarokan neketiye dilê wan, karin bi rehetî keç û xortên Kurd bişînin mirinê û wan ji bo „ne tiştekî“ bidin kujtin, rêya çareserîya siyasî li ber wan bigrin û rêya şerê çekdarî bidin ber wan. Kalkan ê ku ev 35 sal in xwedî, meriv, xwarzê û pismamek wî jî di vî şerî de nehatiye kujtin, kare bi rehetî li ser xwîna keç û xortên Kurdan kabên xwe bavêje û bijî. Ev jî şermezarîya me Kurda ye, şermezarîye ku hinek Tirk rabin di serokatîya partîyên me de cîh bigrin û rêberîya me Kurdên xwelîser bikin.

Axir, „Roj bi herîyê nayê seyandin“ sayin Kalkan. Barzanî ne muhtacî pesindarîya min û te ye. Barzanî Barzanî ye, kurê nemir Mistefa Barzanî, mam û xezûrê Nêçîrvan Barzanî û bavê Mesrûr Barzanî ye. Ew serokê Kurdistanê ye, dinyayê ew wek serokê Kurdistanê qebûl kiriye û serokên dewletên dinyayê bişkokên xwe li ber wî digrin.

Îcar  tu wî wek serokê Kurdistanê qebûl bikî çiyeeeee û qebûl nekî çiye cîgerimmmmmmm!

About The Author