Ez doh derbasî Kurdistana paltalkê bûm

 Min dît hîn wek berê karê betala dikin û qala yekîtiya di navbera PYD, Encûmana Niştmanî û Encûmana Gel ya Rojavayê Kurdistan dikin.

Hinek dibêjin naçe serî hinek dibêjin çima li hev kirin û hinek jî hêrs bûne ku partiyên me li hev kirine.

Kurê tirê ma we berê nedigot çima partiyên me nabin yek!

Ma ne we berê digot bê yekîtî em bi ser nakevin.

Min li vê dinyayê tiştekî tenê fam kiriye ku tu pox ji van Kurdên paltalkê dernakeve.

Û dinya jî xera bibe û ava bibe, ew her mewala xwe distirên.

Îca têbeniya min li van Kurdên ku ne wekî wan in, bes biçin û li van teba guhdar bikin.

Ji ber ew jî nizanin bê çi dixwazin. Karê betalaye yabo, sebra xwe bi qedera gelekî tînin.

ahmedeberazi@yahoo.de

About The Author