Bijî yekîtî, bimre şerê brakujî!

Çi hatibe serê Kurdan ji ber şerê brakujîyê hatiye serê wan. Yekîtî û tifaq stûna serketin û serfirazîyê ye, pêşeroja azadî û serxwebûnê ye.

Serok Barzanî wek her car dîsa mezinatîya xwe nîşan da û partîyên Kurdên Sûrî anîn ba hev û li ser çend xalên girîng li hev kirin. Evê tifaqê kêfa me pir anî, serê me bilind kir û hêvîyek mezin da me.

Xalên ku lotikvanên Kurdên Sûrî li ser li hev kirin ev in qurban:

1-      Divê lihevhatina Hewlêrê wek bingeh bê qeblkirin û ji bo jiyandina wê mekanîzmayek bê avakirin.

2-      Di vê rewşa zîz de dezgehek bê avakirin ku karibe li ser babetên stratejîk û siyasî biryarê bide û navê vê dezgehê „Konseya Bilind a Kurd“ be.

3-      3 komîte bên avakirin ji bo ku çalakîyan bişopîne.

4-      Dawî li dijberîya di çapemenîyê de bê.

5-      Şermezarkirina şiddetê û lidijderketina her tiştên ku dibe sedema xirakirina rewşa Kurdistanê.

6-      Wek bingeh qebûlkirina lihevhatina Hewlêrê.

7-      Piştî îmzekirinê bi 2 hefteyan komisyonek bê avakirin.

Û filan û bêvan..

Axir, xwedayê mezin gotiye „Tifaq ez li ser rezaq“. Ango „Bi tifaq bin ez bi we re me“.

Û serok Barzanî çi got?

Heman gotin got. „Bi tifaq bin ezê hertim li pişta we bim“.

Îcar qurban, çi kesê ku tifaq û yekîtîya Kurdan nexwaze ne ji me ye!

Çi kesê ku bibe sebebê şerê brakujî û dijminatîya Kurdan ne ji me ye!

Çi kesê ku ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî, hizbayetî û malbatî doza Kurd û Kurdistanê bifroşe, dîsa ne ji me ye!

Xwedê mala wî bibe mîratê yê ku tifaq û yekîtîya Kurdan nexwaze û hûn sax…..

About The Author