Kî dibê wekhevî tune?

Xaltîka me Prof. Dr. Buşra Ersanli, ji ber doza KCK-ê 255 rojan di girtîgehê de ma û pêr tevî 15 kesan hat tehliyekirin. Xaltîka me Buşra xanim daxuyanîyek da rojnama Taraf û çend lotikên rast avêtin.

Buşra Ersanli di nirxandinên xwe de bal kişand ser „wekhevîya Kurd û Tirkan“ û got: “ Binerin cîgerim, li derve wekhevîya me û Kurdan pêk nehat, lê qada girtîgehê bû qada wekhevîya me. Tenê di girtîgehê de Kurd û Tirk wek hev in“ û gotinek rast û dirust got.

Birastî lo, gelo heta îro kesekî gotinek wilo rast û di cîh de anîye zimên?

Qaşo Kurd û Tirk wek hev in, goşt û nenûk in, bra ne.

Lê li ku?

Di girtîgehan de, di zindan û êşkencexanan de.

Wekî din fasafîso ye, bratî û wekhevîya Kurd û Tirkan çîrok e, çîvanok e. Heçê dibêje li Tirkiyê Kurd û Tirk bra ne û wek hev in, gûyê xaltîka me Buşra xanimê dixwe û xilas…

Stenbol

 

 

About The Author