Hezkirina Çemên Dîjle û Ferehatê (ferat

Dîjle û Ferehat  herdu nav di dîroka Kurdan de cîhekî girîng digrin. Helbet ji bo Tirkîye jî ev çemana girîng in.

Lê herdu tişt ji hevdû cûda ne . Gelo girîngîya çemên Dîjle û Ferehatê çi bûye? Herdu çem çawa ji hevdû hezdikin.? Bi rastî tiştekî jîyanî ye.

Di Qurana Pîroz de jî qala du çeman tên kirin. Hinek alim dibêjin  yek ji van Dîjle ye ya din jî Ferehat e. Ji navbeyna herdu çeman re jî tê gotin baxçeya Ademê..Di navbeyna herdu çeman de bi salan e evîndarîyek heye. Di nav Kurdan de herdu çem pir giring in. Lewra gelê Kurd li derdora van çeman bi cih bûne û dijîn.. Ji vê herêmê re tê gotin mezopotamya an Zagros.. Cara ewil  hesp li vê herêmê hatîye kehîkirin, teleskop hatîye çêkirin, tekerlek zivirîye, şano, destan,klam, kişfa nivîsê, û helbest hatine nivîsandin û hwd.

Dema ku mirov li navê Dîjle û Ferehadê dinêre jî meriv fêhm dike ku Kurd li vê derê jîyane. Ji çeman yek kirine mê, yek kirine nêr. Dîjle mê ye, wekî tûj û tîrê bûye, yanî pir bi lêz diherike. Ev qas bi şiddet bûye ku, çi derketa pêşîyê, wana bi tîr û tûj bi xwe re dibiribû. Lê niha ne wisa ye, ji ber ku dewletê li ser bendav çêkirine qels bûne. Navê çemê ji tîrbûna wê tê. Ji ber vîya gel navê wê danîyê dîjle. Di dinyayê de navê dîjle,bi navê Tîgrîsî tê naskirin. Ji çemê Ferehatê kintir e.

Ferehat jî nêr e. Ew jî ji ber firehbûna xwe ev nava girtîye. Lewra  maneya Ferehatê di zimanê  Kurmancîyê de ava ku firehî  diherike ye. Meriv ji van encaman fêhm dike û  derdixe ku navê van çemana  gelên Kurdan  danîne. Bi salan e erdnîgarîya Kurdan di navbeyna çemên Dîjle û Ferehatê de ye. Gelê Kurd bi salan e li ber keraxa çeman, jîyana xwe domandiye. Hîn jî didomînin.

Gelo hezkirin û xemgînîya çeman çawa dibe? Belê bi rastî bersiva vê pirsê jî di nav xwe de veşartîye. Kurd li keraxê çeman hestên xwe jîyane. Carina xemgîn bûne, şer kirine, pevçûne, carina jî hezkirine, evîndar bûne. Dîjle û Ferehat bûne şahidên hemû jîyana Kurdan. Ciwanên Kurdan li ber kelêka Dîjlê û Ferehatê ji hevdû hezkirine an jî ji hevdû qetîyane.

Lewra di hemû kilamên dengbêj û stranbêjan de qala van çemana tên kirin. Helbet di edebîyatê de behsa eşqa Dîjle û Ferehatê jî tê kirin. Wekî ku herdu çem tiştekî zindî ne hatîye  qal kirin. Bi rastî çîroka evîndaran e. Evînên ku li ber çeman hatîye jîyandine ew. Di gelek çîrokên evîndarîyê de behsa navên van çemana tên kirin. Gelek keç û xort ji ber hestên xwe carna xwe avetine çemê carna li ser çemê evîndarîya xwe mezin kirine carna jî jîyana xwe winda kirine.  Helbestvan, stranbêj û dengbêjan jî eşqên ku hatine jîyîn kirine klam û stran.

Rastîyek heye ku, Kurd pir hestîyar bûne, pir dert dîtine, kul û jan kişandine. Ev çemên hanê jî bi van re kişandîye. Gelek  insan di şer û pevçûnan de hatine kuştin. Ev çemana carna bûne goristan carna jî bûne wekî cihekî weşartinê. Evîndarîya Dîjle û Ferehatê li Kurdistana Iraqê, bi gîhîştina hevdû dibin wekî gel. Ji dengê ku ji herikandinê  tê mirov dibêje qey qîreqîra insanekî ye. Belê meriv bi kurtasî dikare bibêje ku; Dîjle û Ferehat dîroka Kurda ye….Ezê bi helbestekê mamoste Veysî Özkirtayê nivîsa xwe temam bikim.

Erdê Bimbarek ava tebarek,
Evîna dilê keç û xortan,
Hesreta dilê neyaran ,
Axa bav û kalan,
Cîhê mem û zînê ye, Mezra botan Dîjle..
Tu diherikî bi şev bi roj,
Geh li çîyan, geh li deştan,
Li zozan û Welatê me av didî,
Zivîstanê qeşa digrî li ser dilê min,
Wekî ez bixeyîdim ji yara xwe,
Biharê tu har dibî li ser cergê min,
Wekî ez bikenim bi yara xwe re,
Havînê ti çima melûl melûl diherikî Dîjle…
Ma qey derdê te ji derdê min girantir e,
Birîna min wek derba tîrê ye,
Bila xwîn neherike ji ava te,
Bes e êdî em aştîxwazin,  û hwd….

 

Piştî ku çend doj beriya niha ji aliyê Malikî ve çend lîwa ji hêzên Iraqê bi mebesta dagirkirina navçeyê şandin navçeya Zumayê, niha jî bi awakî berfireh eskeran dest bi bazdan û firarê kiriye û saet bi saet jî tirsa pêşmergeyan li ser wan zêdetir dibe.
Çavkaniyekî taybetî ji ajansên nûçeyan re daye xuyakirin ku, di van sê rojan de bûyera bazdan û firara vegera nav aîleyên xwe di nav eskerên hêzên Iraqê de zêde bûye û bi awakî wisan ku fermanderên wan ên bilind bi temamî ketine nav tirsê. Ji bo rêlêgirtina bûyera bazdan û firarê hinek car bi rêya tehdît û hinek car jî bi rêya sozdana perekî zêde ji wan re tê dayîn, lê va du meh e hê maaşên wan nehatiye dayîn.
Çavkanî dibêje: esker hest dikin ku ew ji bo mirinê anîne, xofa pêşmergeyan saet bi aset li ser wan giran dibe, ji ber vê bi rojane bi bahaneya nexweşî û xwe dînkirênê xwe digihînin avahiyan û li wir di cih de kincên xwe ji xwe dikin, kicên sîvîl li xwe dikin û ber bi başûr vedigerin nav aîleyên xwe. Her wiha çavkaniyê ev jî daye diyarkirin ku niha bi sedan kes ji kes û nasên wan eskeran ji bo birina zarokên xwe serdana bajarên nêzîk

Nûçevan

About The Author