Heyf! Ez pir xemgîn im!

Di çalakîya Amedê de ku min bi xwe jî tişt jê fêhm nekir bê armanc çi bû, dêqehpikên tirko lingekî parlamentera me Pervîn Bûldanê brîn kirin û mîna leglega qop ew bi lingekî hiştin. Ji bo kewandina birîna xanimê sê-çar xiştikçîyên Amedê bi xêra dê û bavê xwe, bi lez û bez ew birin nexweşxaneyê.
Nizanim gule lê ket, top pê de teqîya, mar pê veda, yan hinekan pêlî lingên wê kirin, xêr û guneh di stuyê wê de be.

Piştî ku Pervîna me rakirin nexweşxaneyê, ji bo nerehetîya wê ji her çar alîyê cîhanê, ji her rengî, ji her olî, ji her netewî lê gerîyan… (Ji min derew. Xêr û guneh di stuyê çapemenîyê de be…)

Ji wan telefonan ên herî zêde bala min kişandin jî, parlamenterên MHPyî bûn. Camêran ji bo brînbûna Pervînê pir xemgîn dibin û li ber dikevin. Li ser navê partîyê devgurek radihêje telefonê û li Perwînê digere.
MHP yî:
– Elo! Perwîn xanim ji qewla we rojbaş;
Perwîn:
Rojbaş, lê li min negre û lêborîna xwe dixwazim, zêde bi kurdî nizanim. Ji kerema xwe tu karî biqulipîne tirkî…
MHP yî:
– Wehh! Çima na. Bi şeref hûn ji me bêtir li tirkî xwedî derdikevin. Qasî ku hûn zimanê me dixemilînin, tu kes naxemilîne. Xwedê Teala zimanê me xurt, ê we jî qels bike (Weke keran dike hîrtehîrt û dikene) Axir ez werim ser mijarê. Min bihîst ku zarokên me tu brîndar kirine. Li wan negre, li qusûra wan nenêre. Dibe ku bêhemdî be… Derbasbûyî be.
Perwîn:
– Spas dikim û mala te û hevalan ava be! Xwedê Teala kêmanîya we nede. Ne hêjaye tu li ber kevî; brîneke biçûk e, heta du-sê rojan ew ê rehet bibe.
MHP yî:
Welle hevala Perwîn, xwezî ne tu bûya. Lewre berê jî tahda me li te hatîye. Me mêrê te kuşt ne bes, di ser de jî, cewran lingê te brîn kirin. Dîsa dibêjim derbasbûyî be û maşalê bi saya yên weke te hestyar (duyarlı) li ser vê axê em weke xwişk û bira bijîn. Em kurd û tirk weke goşt û neynûkê ne. (Di ber xwe de dike fîqefîq dikene û dibêje, “Her ku neynûk dirêj bibe, em ê jêbikin û bavêjin”)
Perwîn:
– Bi rastî jî hêja, em weke neynûk û goşt in. Em yek in û tu pirsgirêk jî tune. Divê em şer û pevçûnên xwe yên li ber kamerayan najon derve. Em jî, hûn jî xwedî mîsyon in. Em herdu hêl jî mecbûr in ku bi peyv û gotin û xwestekên beradayî çavên alîgirên xwe bigrin, da ku zêde najon ser me…
MHP yî:
– Hevala Perwîn, xwezî we mijara perwerdehîya bi zimanê zikmakî nexistiba rojevê. Dê alîgirên we xwe li erdê dixin û dibêjin ileh em bi zimanê xwe perwerdehîyê dixwazin. Yaho, perwerdehîya bi zimanê kurdî rêlibervekirina perçebûna dewletê ye. Divê hûn piçekî vê mijarê bi alîgirên xwe bidin jibîrkirin an na, bi şeref em ê pê bigrin!…
Perwîn:
– Na camêr, qet mitalan neke. Ev çîrokek bû û me got, Em bi zorê fêrî tirkî bûn, zarokên me bi tirkî perwerdehî wergirtin, hal û ehwalê me pir xweş e, em nikarin ji bo perwerdehîya bi kurdî xwe aciz bikin û jîyanê li ser serê xwe serobin bikin.
MHP yî:
– Bijî û dîsa derbasbûyî be û bi xatirê te…

Wey! Wey! Û dîsa wey!…
Kê mêrê te kuşt?
Ne şaş bim, cewrên MHPyî bûn…
Çi qewimî?
Çi guherîn çêbû ku ev makegurina li ber dilê şêrîn bûn?
Pêr mêrê te kuştin…
Doh tu brîndar kirin…
Îro jî tu rabûyî li hundirê çavên me dinêre û wan weke milyaketan nîşan didî û radixî pêş çavên me.
Ev sekneke çawa ye?
Ev derûnîyeke çawa ye?
L i me dixin…
Çêr, sixêf û dijûnan ji me re dikin…
Me kêm û biçûk dibînin…
Qerf û henekên xwe bi ziman, çand, kevneşopî û adetên me dikin…
Me tune dihesibînin…
Ne eyb û ne fedî, em bi zorê xwe bi wan didin û xwe bi wan dizeliqînin. Her ku cinuhek li nav serê me dikeve, em bêtir qedir û qîmet didin wan.
Ka hûn ji min re nabêjin, ev çawa eşq e?
Her roj dest bavêjin namûs û xîreta me û em jî dil têxinê, eşqî wan bibin.
De were porê xwe kur neke…
De were kinc û cil û potên xwe çîrçîrî nekin…
Xwelîya ber tenûrê Mêrdînê li serê we be! Êdî we em di devê xelkê de kirin benîşt…

About The Author