Heta qûna xwe bernede çolê sebra wî nayê

Dibêjin „Terîya kûçik heft salan xistine qalib dîsa rast nebûye“. Îcar hinek meriv jî hene ji ya xwe nayên xwarê, çi xistibin serê xwe dixwazin wê pêk bînin.

Meselen lotikvanê şût û rût Stephen Gough.

Stephen Gough cil û bergan li xwe nake. Nikare di nav cil û bergan de bijî, cil û berg jê re wek zindanê tên, bêhna wî diçikînin. Stephen efendî tim şût û rût, şilfî tazî digere. Havîn, zivistan jê re hêç e, heta qûna xwe bernede çolê û bayê hênik li nav şeqê wî nexe, hedana wî nayê. Ê helbet ev jî li xweşîya rayedaran nayê, Stephen Gough bi vê helwesta xwe ji zarok, jin û mêran re dibe nimûneyek nebaş. Ji ber vê jî bi qerpika stuyê wî girtin û ew xistin hepsê.

Lê ne hepis û ne jî zindanên reş û tarî kare Stephanê şût û rût rawestîne. Piştî ku ji hepisê hat berdan bi 60 sanîyan (deqîqeyek), Stephen Gough dîsa xwe şût û rût kir û derket nava bajêr. Polîsan dîsa bi qerpika stuyê wî girtin û berê wî dan hepisxanê.

Tebîet e, xulq e ha. Kurmê şîrî heta pîrî ye. Stephen ji çapemenîyê re gotiye ku „Ez ne poşman in, kêlîka ku min berdin ezê dîsa tiştik miştikên xwe berdim çolê û şilfî tazî bigerim“ filan û fîstan.

Îcar tembîya min li we be gelî lotikvanan, wek Stephen Gough ne serhişk bin. Heke hûn jî dixwazin şût û rût lotikan bavêjin, qe nebe terîşek sor bidin ber xirxirk û mirxirkên xwe qurban..

Amerîka

About The Author