Keçel û gurîno, berê xwe bidin Hûanglûo

Tiştekî balkêş e, kesên ji Asya Dûr, kesên ji Çîn, Japonya, Tayland, Vîetnam, Hindistan û welatên nêzîkî wan, zû bi zû porê wan naweşe, zû bi zû keçel û gurî nabin. Nizanim ne ji hewa wêderê ye, ne ji xwarin û vexwarina wanderan e, ne jî xwezayî û malbatî ye. Lê porê kesên ji wê derûdorê tim reş, gur û xurt e.

Gundîyên Hûanglûo wek gundîyên “herî por dirêj” ketin dîroka pirtûka rekoran Guînness ê. Jinên vî gundî porreş, pordirêj û porgur in. Hebûna wan, zîynet û giranbuhayîya wan porê wan e. Jina ku porê wê ne dirêj be, qedrê wê jî kêm e, di nav gundîyan de piçûk dibe. Li gora bawerîya jinên Hûanglûlo, por jiyanê dirêj dike, dewlemendîyê tîne û qismetê meriv vedike.

Îcar tembîya min li keçel û gurîyan be. Heke hûn dixwazin porê we cardin şîn bê û hûn vegerin ser kemla xwe ya berê, berê xwe bidin gundê Hûanglûo û ji jinek Çînî re bizewicin.

Bi ellahwekîl, ez bi serê serok Mao Zeytûn kim, hûnê li emrê çûyî poşman bibin û hûn sax…

Pekîn

About The Author