Goran paşûpê li kerê siwar bû

Tevgera Goranekanim, ango „Goran“, tam wek navê xwe %100 xwe guherî, dev ji cepheya Kurdistanê berda û xwe avêt himbêza Nûrî El Kerîkî û hikûmeta Bexdayê.

Wek hûn zanin û dibînin, Nûrî El Kerîkî êdî rûyê xwe yê dijminatîyê rasterast eşkere kiriye, rasterast êrîşî Kurd û Kurdistanê dike û bi her awayî dixwaze destketin û pêşketinên li Kurdistanê asteng bike, navbera hikûmeta Kurdistanê û Kurdên parçeyên din bigre. Pirsgirêka navbera artêşa Iraqê û pêşmergeyên Kurdistanê bûye xeleka dawîn a dijminatîya Nûrî El Kerîkî. Kurê nizanim çi, dixwaze qaşo bi şandina erkerên Iraqê derîyê başûr û rojavayê Kurdistanê bigre, têkilîya Kurdên rojava û hikûmeta Kurdistanê ji hev qut bike da ku Kurdên rojava bêpişt û pal bimînin, herdu parçeyên Kurdistanê nebin yek û rejîma Esed li ser lingan bimîne.

Serok Barzanî bi xurtî bersiva Nûrî el Kerîkî da, pêşmergeyên mêrxas qûnreşên Ereb asteng kirin û nehiştin ew hirç û hov derbasî rojavayê Kurdistanê bibin. Ji bo nîqaşa van pirsgirêkan, Serok Barzanî rêxistin û partîyên Kurdistanî li hev civandin da ku helwestek yekgirtî û netewî bigrin û meferê nedin qûnreşên wek Malikî, nirxên Kurd û Kurdistanî biparêzin

Lê Tevgera Goran çi kir?

Xwelîya 7 gundan li serê xwe kir, beşdarî civîna netewî nebû, xwe di enîya Kurdistanî de nedît û bi daxuyanîyekê da zanîn: „Di vê pirsê de em naxwazin bibin dûvikê kesekî!!!!!???“

Dûvikê kesekî ha?

Hey we qûna Malikî, sofîk û melayên Tehranê alastino, mijar mijarek netewî û paraztina nirxên Kurd û Kurdistanî ye. Nûrî El Kerîkî esker şandine ser sînorê Kurdistanê û dixwaze rojavayê Kurdistanê dagîr bike, serhildana Kurdên rojava biperçiqîne û Beşarko rizgar bike, ma îcar ev pirsa kesekî ye? Ma ev dûviktîya kesekî ye?

Wey tifûûûûûûû li vê helwestê be, li vê Kurdayetîyê be, li vê ehmekî û kerîtîyê be û xelas….

Hewlêr

 

About The Author