Mafê Kesî Tune Ye Ku Kêfa Min Li Min Biqewitîne!

Lêvên min di lêvên wê de, destên min bi aheng li ser memikan digerîyan. Herdu çîpên xwe li nava min pêçabûn, axûwaxa min û nalenala wê bêdengîya şevê ji kerrî û lalîyê rizgar dikir. Geh ez li ser bûm, geh jî ew, şehwetê hemû hastên me dîl girtibû…

Bi gurmegurma defê re veciniqîm û çengbûm ser xwe. Min dest bi firkandina çavên xwe yên ku hîn ji xewê têr nebûbûn kir. Dengê defê ji dûr dihat, lê nexweş dihat, lewre kêfa min li min qewitandibû û xwezîya efendîyê min di nav girêza wî de fetisandibû;serê wî hêdî hêdî bi ber wî ve xwar dibû, sist dibû… Zewq li ser tayikekî mabû, lê berî bi şeytên ve biteqim bi kêlîyekê, ken li şeytên bûbû girî û revî revî ji nav lepên min revîyabû. Ez ji kêfa xwe, şeytan jî ji kenê xwe mabû.

Ji hêlekê ve baş bû, ez ji xwexapandinê, ji helalkirinê xelas bûbûm, ji hêlekê ve jî li ber diketim, lewre bi jineke ku ew ê di xewnên şeva de bi dest min nekeve re şa dibûm û ew bihevşabûn nîvco mabû …
Axir, wî gewendî bi nav xewn û xeyalên min de, bi nav şeva min de mîst, kêfa min li min qewitand û ken jî li şeytên kir girî.

Min nahletek li çavê şeytên anî, herdu destên xwe kirin ber serê xwe û min hewl da ku dîsa razêm. Lê bi derewa bû, dengê defê her ku diçû nêzîktir û xurtir dibû. Min di dilê xwe de got `deqeyek e du deqe ye ew jî xem nake` lê deqeyek bû du deqe, du deqe bû pênc deqe, lê ne defvan betilî, ne jî def teqîya. Camêro lêxist û hey lêxist…

Dê defvan li kolana me bû û bi miqamê dawetan lêdixist. Li ser nivînan sînga min bi xweber kilbû, çû û hat…

Li Stenbolê û def!…

Rabûm ser xwe, min herdu birayên xwe şîyar kirin û em derketin şaneşînê, ketin destên hev û şîxwilê Mêrdînê me xwe hejand û li erdê xist. Xwêdanê xwe ji kejika stuyê me bera qelîşteka qûna me da… Dê weledê xwe avêt. Te yê sûnd bixwara ku dawet e, Heynderê aşiq li defê dixe û em jî bi ber bayê defê ketine û me xwe hey hejand û kilkir…

Defvan erka xwe bi cîh anîbû, hemû bawermend ji bo rojîyê şîyar bûbûn. Xelk rabûbûn sihorê, em jî ji nû ve veketin da ku razên. Lê ji ber ku em westîyabûn û me zêde xwêdan dabû, zû bi zû xew nedihat.
Piştî ku canê me hênik bû û çav westîyan, xewê hêdî hêdî xwe li nav çavên me qewimand. Her ku diçû çav sist dibûn, jixwe beden têra xwe westîyabûn, çav sist bûn, sist bûn, çûn ser hev neçûn ser hev, xalê melê got `Alah û Ekber!` ew çavên ku sist bûbûn, ji nû ve mîna zotika mirîşkê dîsa vebûn, ji ser hev çûn. Min di dilê xwe de dîsa çend nahlet li şeytanê reben anî. (Belbî min çend çêr û sixêf ji melê re jî kiribin, baş nayê bîra min) Jixwe em kî tahdê li kê bikin, kîrê me kê li kê rabe, em berê xwe bi rebenê şeytên ve vedikin. Hayê rebeno ji bayê felekê tune, rojê deh hezar nifir lê dibarin…

Min xwe da benda banga efendi jî. Xalê melê jî te yê sûnd bixwara ku beşdarî pêşbirka bangê bûye û derketîye hember jûrî, heta Xwedê hêl didayê diqîrîya û banga xwe dirêj dikir.

Axir piştî çend deqeyan ku ew bi xwe jî westîya û kela xwe rijand, banga xwe bi dawî kir. Min di ber xwe de got ` Oxx mala Xwedê ava` û cîyê xwe hinekî din xweştirîn kir ku xatir ji şevê bixwazim û serî bavêjim xewê, meleyekî din li pey wî dest bi bangê kir. Li pey vî jî yekî din û yekî din… Qederê nîv saetekê yek sekinî, yekî din dest pê kir, yek sekinî, yekî din dest pê kir…

Defvan li ser defa xwe, mele piştî banga xwe, kesên ku ji bo sihorê rabûbûn jî piştî xwarina xwe serî avêtin xewê û razan, lê min û herdu birayên xwe, pê girtin! Heta hilatina rojê kabûs li ser dilê me da zîtirk û lotikan…

Em radibin û rûdinên qala xweşbînî û empatîyê dikin. Lê gelo em çi ji vê quzilqurta xweşbînî û empatîyê fêhm dikin?

Ji bo bajarên ku ji sedî nod û pencê gel bawermend, def jî li ser ser û çavan, banga melê ya şibeqê jî…
Lê ji bo bajarên mezin ku cûr be cûr insan tê de dijîn; ji bo metropolên ku ji her olê, ji her bawerîyê, ji her rengî, ji her zimanî, ji her îdeolojîyê însan tê de dijîn, ev kiryar binpêkirina xweşbînîyê ye û her wiha ev yek têkçûna nirxên însanî ye.

Dem dema teknolojîyê ye. Bawer nakim ku tu kes ji bo rabûna sihorê xwe bide benda defa defvên û bi gurmagurma defê şîyar bibe…

Jixwe di her taxê de mizgeftek heye û her serê deh kesan meleyek para wan dikeve. Di bajarên mezin ku cûr be cûr însan tê de dijîn de, ji dêleva ku meleyên tirko yên teknolojîk ew ê bi nahmetên teknolojîyê her şibeq mîna stranan bibêjin, misilman û nemisilmanan ji xew veciniqînin û xewê li wan bike kabûs û biherimîne, jimarên-nimreyên telefonên wan kesên ku ew ê rabin nimêja sibê li cem xwe qeyd bikin û her sibe telefonê ji wan re veke û wan rake nimêjê, ne çêtir e?

Bi ya min çêtir û xêrtir e. Dîsa jî hûn bi kêfa xwe ne. Ev jî fikir û pêşnîyara min e.

Ez ji Xwedê û pêxember bawer dikim, lê nimêj nakim û rojîyê nagrim…

Ez naçim hecê, lê ji gelek kesên ku çar-pênc caran çûne xwe kirine qurbana hecê û bûne hechecîk bêtir karim xêran bikim û li gor derfetên xwe dikim jî…

Rîhê bernadim, xwe nanixwumînim, lê çavê xwe jî bernadim namûsa kesî…

Xulamê ûjdanê xwe me…

Dilsozê ehlaqê xwe me…

Piştevanê edeba xwe me…

Mirîdê nirxên însanî me…

Nimêj nakim, rojîyê nagrim û naçim hecê, lê hurmeta min ji kesên ku nimêj dikin, rojîyê digrin û diherin hecê re heye. Ji ber vê jî, dive kesên nimêj dikin, rojîyê digrin û diherin hecê jî bi awayekî xweşbîn li kesên din binêrin. Reng, ol, bawerî, fikir û raman, dîtin û nêrîn çi dibe bila bibe, divê em ji hev hez bikin û bi awayekî xweşbîn bi hev re tevbigerin.

Hezkirin…

Xweşbînî…

Jihevfêhmkirin…

Mafê tu kesî tune ye ku bi kiryarên xwe, hevalê xwe, cîranên xwe, derdora xwe aciz bike.
Mafê her kesî heye ku li her derê di nav aramîyê de û azad bijî…

Û mafê kesî tune ye ku ji bo fikir û ramanên cuda xwe ji hev bixeyidîne…
Bi hêvîya ku em bi hev re azadî û serxwebûna Kurdistanê bibînin!

About The Author