NEHÊLIN KES HESPA XWE Dİ MÊRGA WE DE BIDE ÇÊRANDIN !

Li hêla Serhedê şerê êşîrî qe kêm nedibû, ji bo tiştên vala ji hevdu bi dehan mêr dikuştin. Ji hev kîn digirtin, her tişt dikirin mahne ku mêran bikujin. Hinekan jî raste rast tiştên kesanedîtî dikirin ku belayê peyda bikin.

Yek ji van tiştan jî ev bû. Bi hefsarê hespa xwe digirt dibir di mêrga yekî din de bi sike diçikand, dida çêrandin, vexwendina belayê dikir. Li gora wî jî bi tevdîr bû, tifinga xwe amade dikir. Wexta xwedîyê mêrgê deng bikira hol dima ji şer re! Bila sedem hevdu dikuştin, ev dibû sedema xwîndarîyên deh salan.

Li Rojavayê Kurdistanê jî rêxistina PYD jî al û wêneyên serokê ser erd û bin erd wek hespê bikar tîne, li miqabilê TC yê diçikîne. Ji dewleta hov re vexwendina belayê dike! Rojnamevanên Tirk direvîne! Ma derdê we çiye, hûn dawa çi dikin ? Heke we hişê xwe ne xwaribe, ev helwest ne Kurdewarîye heyran. Gelê rojava ji bo azadî û rizgarîyê piştgirîya we kir, ne ji bo tiştek din bû.

Bi aqil bin û rojava jî wek bakur nelewitînin, doza pîroz nekin navginîya tiştên erzan. Ku ev bibe sedema şerekî hovane hûnê jî tê de bişewitin elawekîl…

About The Author