Ewnî Alî gulek pêşkêşî Lotikxanê kir

Kekê me Ewnî Alî gulek sor û mor pêşkêşî xebatkarên eşîreta Lotikxanê kir. Her çiqas me  got „bihêle bila ew gul di nav gulîstana te de bimîne, bila şalûl û bilbil li ser gula te bixwînin“ jî, lê ciwamêr got na û ew gula sor çinî û bi rêya Fisbook ê ji me re şand.

Ewnî Alî, li Skandînawyayê ji bo hikûmeta Kurdistanê xizmetên baş û giran biha kiribûn. Niha jî wek „Berdevkê Çapemenîyê yê Hikûmeta Kurdistanê“ xizmeta xwe didomîne. Em bi navê lotikvanên sererd û binerd spasîya cenabê wî û hevalên wî dikin, spas ji bo wê gula sor kek Ewnî!

Lê ya xweştir hîna maye..

Li gor me bihîstiye, kekê me Ewnî Alî xanîyekî ji xwe re lêdike û dest bi kolana bingeha xênî kiriye, kamyon û qrêder anîne ser. Car caran jî ew bi xwe bi bêr û qazmeyan esasê xanîyê xwe dikole û bi xwêdana xwe xanîyê xwe temam dike.

Li gora ku sîxurên me radiginînin, dibêjin kekê me Ewnî Alî soz daye ku odeyek (mezel-xurfe-jorî) ji xanîyê xwe wek „baregeh“ diyarî Lotikxanê bike û Sofî Xelef tê de bi cîh bike. Helbet wê Sofî Xelef di wê odeyê de bi „xar û qirûş“ nelîze. Wê bîranîn û serpêhatîyên xwe û Xaltîka Fatê binivîse, wê tehlîl û analîzên hûr û kûr li ser lêkirina xanîyan bike û pirtûkek qerase jî li ser „Ewnî Alî çima ew gula sor çinî“ binivîse.

Ez serê we neêşînim, ji berê de dibêjin „Mala pîrê stara pîrê ye„. Hêvîdarim kekê me Ewnî Alî xanîyê xwe di demek zû de temam bike û rojek ji rojan wek mêvan em di dîwanxaneya wî de goştê mirîşk û elokan bixwin..

Duhok

About The Author