Kesên ku nikaribin Kurdayetîyê bikin, bila xelkê nexapînin

Kurdayetî ne karê her „babaegît“î ye. Kurdayetî ne karê her kurê bava ye. Helbet ziman bê hestî ye, herkes bi zimanê xwe kare Kurdayetîyê bike. Lê Kurdayetîya rasteqîn ne hêsan û rehet e.

Di vê derbarê de Şêwirmendê Civata Ewlekarîya Netewî ya Kurdistanê kek Mesrûr Barzanî lotikek xweş avêt û da bin dûvê kesên ku nikarin Kurdayetîyê bikin.

Mesrûrê me di rûpela xwe ya Fisbook ê de peyamek raberî raya giştî kir û lotikek li Kurdên sexte xist.

Mesrûr Barzanî dibêje: „Kaka can, canekem, ev kesên ku nikarin Kurdayetîyê bikin bila xelkê jî nexapînin. Kurdayetî ne henekpêkirina zarok, sebî û mindalan e. Ew kesên ku nikarin qiseyên (gotinên, peyvên) baş bikin, baştire neaxivin, lewra ew kesên ku ne di xema niştimanê xwe de ne bila di xema dagîrkeran de jî nebin“ û pê de çûye.

Birastî ew kesên ku bi mejî, dil û hestên xwe ne Kurd in û tenê bi ziman Kurdayetîyê dikin, çi kar û fêda wan ji milletê Kurd re heye ez meraq dikim.

Ê madem hûn bi mejî, dil û hestên xwe ne Kurd in, dev ji vî milletê mazlûm berdin oxlim!

Yan wek zilaman Kurdayetîyê bikin, yan jî bibin kurtanê kerên dagîrkerên Kurdistanê û xelas…

Aferîn kek Mesrûr!

Welle û bille te xweş gotiye, bi şîr û şekir hûnandiye.

Hewlêr

About The Author