Navê wan piçûk e, lê ew bi xwe mezin in

Ez behsa binxetê dikim.

‚Binxet’ jî di nav de, heta niha me kurdên ji perçeyên mayin ew bi navên cûrbicûr bi lêv kirin.

Carna ‚Kurdistana rojava’.

Carna ‘Başûrê biçûk’

Carna ‚Kurdistana biçûk“.

Ew, her car ji bo me hemû kurdan ‘birayên biçûk’ bûn.

Bi gotinan weha bû.

Lê bi kirinên xwe ew her mezin bûn, her mezin man.

‘Biçûkê malê’, delalê malê her mezinayî kir ji hemû birayên xwe yên mezin re.

Li kîja perçeyî berxwedanek hebûya, ‘birayê biçûk’ bi çeka xwe, bi dilê xwe li wir bû.

Li kîja perçeyî cîh li têkoşerên kurd teng bibûya, bîhna xwe li binxetê ango li mala ‘birayê biçûk’ vedidan.

Ji ber rewşa wan a taybet, ew her alîkarên perçeyên din bûn.

Nikarîbûna ji xwe re tiştekî zêde bikirina jî, her di xizmeta gelê xwe yê ji perçeyên din de bûn.

Û bi tu tiştekî di vê mazûmantiya xwe de kêmasiyek nekirin.

 

Piştî ‘Başûrê mezin’ niha dem, dema ‘Başûrê biçûk’ e.

‚Biçûk’ ê fêrî kiryarên mezin bûye, careke din ‚meziniyeke’ pir mezin kir ku ji me hemû kurdan re tijî derz e.

Belê, ew bûn yek.

Bi hemû rêxistinên xwe ‚Desteya Kurdî ya Bilind’ damezirandin.

Û hemû kurd dê di bin siya polîtîka û helwesta vê dezgeha xwe de tevbigerin.

Di 29ê mehê de li Helebê kurdan xwepêşandinek li dar xistin.

Li gora nûçeyan 50 hezar kes beşdar bûne.

Min di vîdeo de li vê meşê mêze kir.

‚Biçûk’ ên me weha bi coş, ji dil û can diqîrîyan…

“Yek e yek e yek e

Gelê kurd yek e”.

Te digot qey ji dayikbûna zarokekî xwe pîroz dikin, an di govenda dawetekê de ne.

Te digot qey xebereke bi xêr û ber radigihînin hemû gelê kurd û mizgîniya xwe dixwazin.

Te digot qey dewletên dagirker hişyar dikin û dibêjin, „Hay ji xwe hebe, êdî kurd ne pariyê devê we ne”.

Min bi xwe heta niha dirûşmeyeke weha xweş û rastiya kurd û Kurdistanê eşkere dike nedîtiye, nebihîstiye û nexwendiye.

Ev diyariya birayên me yên ‘Biçûk’ ji îro û pê ve bila bibe dirûşmeya me hemû kurdan.

Li her çar beşên Kurdistan û li seranserê cîhanê,

“Yek e yek e yek e

Gelê kurd yek e”.

Dibe ku hin der û dor, hin dost û heval pozê xwe daliqînin.

Bi kêmasî hêjayî ceribandinê ye.

Tunebûna vê yekîtiyê bifikirin û biryara xwe bidin.

Eşkere ye ku bi yekîtiya gelê kurd dê tu dewleteke dagirker nikaribe xwe li himberî gelê kurd rabigire.

Ger heta niha dagirkeriya xwe domandibin, yek ji sedemên bingehîn tûnebûna yekîtiya gelê kurd bûye.

Ne Ehmedê Xanê jî berî 500 salan weha gotibû û me pesnê wî dabû û ew pejirandibû.

Dagirkeran bi îmkanên siyasî û aborî, bi nakokiyên eşîrî, olî, mezhebî û rêxistinî her hewl dane ku kurd negêhijin hevdû, hêza xwe nekin yek.

Helwesta wan ev be, ya me divê beranberî wê be.

Bi gotina serokê Kurdistana Başûr Berzanî, „Kengî kurdan bi hevdû re şerkirine, tu tiştek bi dest nexistine. Kengî bûne yek, bûne xwediyê Kurdistanê“.

Niha rewş û mercên navnetewî jî rê li ber azadiya gelê kurd vekiriye.

Di qada pêwendiyên navnetewî de pêwîstiya PKK-PYDê ji hêzên din heye.

Bi hêzeke netewî zû bi zû dê tu dewleteke nikaribe xwe bi dijminatî li gelê kurd rakişîne.

Tenê em ne parî bin.

Bê gûman di nav kurdan de jî xêrnexwaz pir in.

Wan jî di pişt maskeya welatperwerî  û bi hezaran qilifên „maqûl“ de her rê li ber hevaltî û dostaniya kurd girtine.

Ew karên xwe dikin.

Başûr ne di nav de heta niha kurdan rêyek li himber van hîle, fen û lotikên wan nedîtin.

Em li xwe heyirîn.

Îhtimaleke ku aqil û dirûşmeya, „Yek e yek e yek e, Gelê kurd yek e“ bihêle ku herkes bi rûyê xwe yê heye derkeve holê.

Xêrnexwazan mecbûr bike ku maskeya xwe deynin.

Belê ji niha û pê ve li her çar perçeyan û li seranserê cîhanê aqil û rêberê me, dirûşmeya birayê me yê ‚biçûk’ ê mezin diyar kiriye,

„Yek e yek e yek e

„Gelê kurd yek e“ .

 

Heta niha ‚Başûrê biçûk’, ‚Birayê biçûk’ li mala xwe jî di nav de, li seranserê Kurdistanê û cîhanê roj hat bû Başûriyê mezin, roj hat bû Rojhilatî û roj hat bû Bakurî.

Ji îro û pê ve çi Başûrî, çi Bakurî, çi Rojhilatî û hemû kurdên ji Kirgizistan û Kazakistanê, ji Rûsya û Ewrûpa heta Emerikayê, em 40 milyon kurd „Binxetî“ ne, „Rojavayê Kurdistanî“ ne û di xizmeta birayên xwe yên ‚Biçûk’ de ne.

Hûn li navlêkirinan nenêrin,

Navê wan ‘biçûk’ e, lê ew bi xwe ‘mezin’ in.

Bi destkeftinên li rojavayê Kurdistanê dewleta tirk careke din har û dîn bû.

Bi taybetî jî ji vê dewleta tirk a hebûna xwe li ser tunebûna me damezirandiye bê ragihandin û em pê bidin famkirin ku,

„Yek e yek e yek e

„Gelê kurd yek e“.

F.Ozcelik@gmx.net

 

Kurdinfo

About The Author