Yekem şerê Îmamê Mehdî ligel Kurdên İraqê dibe

Sêwertalekî Civata Bilind a Îslamî di gotarekê de pirsgirêkên niha yên navbera Hewlêr û Bexdayê bi hatina Îmamê Mehdî ve girêdide û wiha vedirişe: ‘’Kurd yekem hêz dibin û her li İraqê li beramberî Mehdiyê çaverêkirî radiwestin.’’

Li gor rojnameya Basê, Celaledîn Sexîr ku serkirdeyekî Civata Bilnd a Îslamî ye û kesekî gelekî nêzîkê Serokê Civatê Emar Hekîm e û di heman demê de ligel Malikî hevpeyman in, hefteya borî li mizgefteke Bexda di gotareke olî de ev axaftin kir.
Sexîr bi awayekî eşkere behsa damezrandina dewleteke Kurdî jî dike li navçeyê û pirsgirêkên niha yên Rojhilata Navîn, Sûriye, Herêma Kurdistan û İraqê jî bi hatina Îmamê Mehdî ve girêdide.
Kurd jî dibêjin evna şerekî nû ye ku Erebên Şîe dixwazin ligel Kurdan peyrew bikin. Her dema ku qoş li Ereb û Tirk û Ereban teng dibe qala Mehdî û yawerên wî dikin. Vêca Kurd gelo wê zora Mehdiyê Şîeyan bibin yan nebin xwedayê mezin dizane. Lê hewqasî qoş li wan qetiya ye Mehdî jî nikare wan ji Kurdan rizgar bike.
Bi gotina kolanpîvên Hewlêrê, ger Kurd bikaribin bi petrola xwe yîa heyî Mehdî razî bikin, dibe ku xiyanetê li Şîeyan bike û piştgiriya Kurdan bike.

De hêviya me Kurd wî bikirin, li dijî wan bikar bînin û vê tirê ji wan re nehêlin.

Hewlêr

About The Author