Kurd yan jinekê tînin, yan mêrekî dikujin

Parlementerê BDPê kekê me Bengî Yildiz, bi jina ku sala çûyî li Bodrumê pê re hatibû dîtin û sûretên wan di çapemeniyê de cîh girtibûn, bi Denîz Ûyan re zewicî û gîha miradê xwe. Kilîlîlîlîlîlîîîîî, her bijî! Ê belasebeb negotine „Heke zikê mêrê Kurd têr bû, yan wê jinekê bîne, yan wê mêrekî bikuje“ keko.

Û zêdebûna ser kezebê çiye hûn zanin?

Belkî Denîz Ûyan xanim jinikek Tirk be û kekê me Bengî efendî ji bo vê jinika Tirk xanima xwe ya Kurd  berdabe. Êêêêêê, malê Tirkan ji malê Kurdan şîrîntire çawabe. Çawabe ruhê koletîyê ji bedena me derneketiye, jinên dewletên serdest  hertim li ber dilê me şîrîntir in. Medenîtir in, sosyetetir in, xweştir lotikên nav livînê davêjin. Ê helbet canim, wê rebenê jinên Kurd ji ku karibin wek jinên Tirk lotikên seksê bavêjin ne wilo!

Axir, li ser bextê fitne û fesadên bajarê Enqere û Stenbolê be, dibêjin Bengîyê me jina xwe ya reben Îlknûr Yildiz berdaye û bi Denîz Ûyan xanimê re zewicîye. Lê BDP jî lotikek pîroz avêtiye û biryarek bimbarek girtiye haaaa, naûzûbîllah!

Dibêjin BDP biryar girtiye ku meaşê wekîltîya Bengî Yildiz jê bistînin û bidin xanima wî ya kevn Îlknûr Yildiz. Û hetta kerta wî ya bankayê jî jê stendine û dane xanima wî ya kevn.

Êêêêêê, dibêjin „Her dînsizek îmansizek jê re lazime“ kekê mino.

Gelo wê xanima wî ya nuh Denîz Ûyar xanim bê meaşê Bengîyê me çi tofanê li serê wî rake ez wê meraq dikim ellahwekîl..

Ê de xwedê we bi hevre pîr û kal bike kekê Bengî….

Stenbol

 

About The Author