Osmanê me lotikek li PKK xist

Brayê serokê Kurdên dinya û axretê cîgerim Osman Ocalan, ji rojnama BUGUN re lotikên kesanedî avêtine û daye lotikan.

Osmanê me bi namûsa xwe sûnd xwariye ku “Parêzerên PKK û Ergenekonê” nexwestine şer raweste, wan rê li ber demokratîkbûna PKK û aştîyê girtine, dema ew ji PKK veqetiyane PKK hatibû ser sînorê tunebûnê, lê parêzerên PKK (Asrin Hukuk Burosu) û Ergenekona dewletê bi hevkarîyek mezin rê li ber reformkirina PKK girtine, balafirên Tirkan çiyayê Qendîlê bi belavokan xemilandine û dest bi antîpropaganda me kirine.

Osmanê me dîsa bi sê telaqên jinberdanê sûnd xwariye û gotiye “Ez ne çep im, PKK di bin kontrola çep û Elewîyan de ye, ez li dijî vê yekê me,  ez “misilmanekî mihafazakar û demokrat im”.

Cîgerim Osman Ocalan bi dewamî gotiye “Binerin oxlim, di sala 2002 an de, dema damezrandina KADEK ê, me dixwest dawî li hebûna PKK bînin û bi KADEK ê siyasetek maqûl û demokratîk bidin destpêkirin. Lê Ergenekonê midaxele kir, de dema damezrandina Kongra Gel de jî dîsa midaxele kir. Îstîxbarata dewleta Tirk, Îran û Sûrîyê xwestin min tasfîye bikin. Me dixwest em rêxistinê bikin hêzek siyasî, lê nehiştin” filan û fîstan.

Osmanê me serê hefsarê hespê xwe berdaye û gotiye “Binerin cîgerim, heke me derfet bidîta meyê tevgerek “Mihafazakar Demokrat” ava bikira û bi vê re biçûna çareserîyê. Ji ber vê, dîtina min a siyasî ji a rêxistinê (PKK) cudatir e. Heke bêjin “Were serokatîya PKK bike” ez bersivek erênî nadim. Lê derfet tune ku ez ji derveyî wê jî siyasetê bikim. Heke hevkarîya “xwedayan” (yanî Parêzer, Ergenekon, mixabarata Tirkî, Îran û Sûrîyê) tunebûya meyê ew siyaset bikira. Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrî naxwazin ev şer raweste, berjewendîya wan tê de heye. PKK xizmeta herkesî dike lê tenê xizmeta xwe nake. Şerê ku îro PKK dimeşîne xizmeta gellek hêzan dike” û pê de çûye.

Ez serê we neêşînim, Osmanê me misilmanekî mihafazakar-demokrat e, ne çep e û şerê ku îro PKK dimeşîne rast nabîne, dibêje “çep û Elewîyan qûş li PKK qetandine û hefsarê wê xistine destê xwe û ew jî xizmeta hêz û dewletên herêmê dikin” filan û fîstan.

Ê de xêr û guneh di stuyê xalê me Osman Ocalan de be rebbî..

Stenbol

http://gundem.bugun.com.tr/osman-ocalan-dan-pkk-itirafi-haberi-202780

About The Author