Hewceyî kêran nake, were Lotikxanê Lûmînîta xanim

Li Romanya, jinika bi navê Lûmînîta Perîjoc, dikeve taksîyekê û berê xwe didin malê. Xanima tenûrgerm ji şifêrê taksîyê re dibê „Ji kerema xwe alîkarîya min bike û firaxên min hilkişîne jorê“. Şifêr jî alîkarîya wê dike, firaxan dikşîne mala jinikê. Lê jinik jî jinik e haaaaaa, xuyaye ev çend roj in gon nexwariye, kurmik û hormonên wê ketine ser hev, derpîyê wê şil û pil bûye. Heke wê rojê yekî bernede ser xwe, yan wê xwe întîxar bike, yan jî wê sebra xwe bi xiyar yan bacanek reş bîne.

Axir, Lûmînîta Perîjok hema kêra seqakirî dide ser stuyê şifêrê taksîyê û dibê „Yan tuyê min germ û nerm bikî, yan jî ezê 101 bavî ji te re çêkim, te bikujim û bi cehnemê şad bikim“.

Êêêêêê, ruh şîrîn e canim, ma rebenê şifêr kare bêje na..

Axir, Şifêr têra xwe bazdide ser Lûmînîta xanimê, hem xwe û hem jî wê dinermijîne, kela xwe û wê hênik dike û radibe ser xwe, berê xwe dide cem polîs û îxbara Lûmînîta xanimê dike.

Polîs xanima har û dîn ji ber minasebeta tecawiza zilamekî digrin û wê dixin hepsê.

Hûn dibînin ne?

Xuyaye ne tenê zilam tecawizkar in, jin jî karin tecawizî zilaman bikin.

Êêêêêê, ev kurmik û hormon in qurban, ne karê henek û menekan e. Ku hormonan zora meriv bir û çav li meriv kir wek zotika mirîşkê, êdî melkemot jî bê hew kare te bigre ellahwekîl…

Hay ji xwe û doxîna xwe hebin eman eman….

Romanya

About The Author