Xaltîka me xweş got, lê!?

Li ser bextê fitne û gelacan be, dibêjin xaltîka me Aysel Tûglûk hevpeyvînek daye rojnama Rûdaw û çend lotikên balkêş avêtine derûdorê.

Dibêjin xaltîka me vê carê pesnê Serok Barzanî daye, gotiye “Mesûd Barzanî ji bo Kurdan rêberekî girîng e. Ji bo çareseriya kêşeya Kurd piştevaniya wî gelek girîng e. Em dixwazin ku vê rola xwe bîne cih û pê de çûye, xweş kiriye û nerm kiriye.

Lê helbet ev gotin jî ne bilasebeb in haaaaa, na! Helbet hinek daxwaz û hêvîyên xaltîka me Tûglûk xanimê jî ji Serok Barzanî hene canim, ma kes bilasebeb û belaş pesnê kesekî dide?

Axir, dibêjin xaltîka me Tûglûk xanim piştre gotiye Îro 8 hezar siyasetmedarên Kurd di girtîgehan de ne. Abdullah Ocalanê ku Kurd dibêjin ‘îradeya me ye’  ev salek e ku bi malbata xwe û parêzerên xwe re nikare hevdîtinan bike. Em ji birêz Barzanî dixwazin ku ew van mijaran jî bîne zimên. Em ji Barzaniyê birêz ku têkiliya wî bi Tirkiyê re baş e, dixwazin derbarê van mijaran de çend gotinan bike” filan û bêvan.

Halla hallaaaaaaaa û siphan alla!

Keçê hûn 3 milyon Kurd we îrada xwe teslîmî başqan Ocalan kiriye, hûn ji sibê heta êvarî qîrewîr û qarewarê ji bo azadîya Ocalan dikin, we azadî û serxwebûna Kurdistanê hemû bi azadîya Ocalan ve girêdaye, ma ne bes e? Ma wê Barzanî ji we bêhtir û çêtir karibe di vê derbarê de tiştan bêje keçko! Yanî heta ku Barzanî behsa girtîyên BDP û rewşa başqan Ocalan neke, mesele safî nabe, yan bi behskirina Barzanî wê Ocalan azad bibe?

Haaaaaaaa, ma ew ne Mehmet Ocalan bû ku gotibû „Brayê min Ocalan bi xwe naxwaze parêzerên xwe bibîne“ gelo?

Madem başqan naxwaze bi parêzeran re hevdu bibîne, helbet tiştek di vê meselê de heye bavo, helbet başqan jî zane ku parêzerên wî gotinên wî berovajî hev dikin, li hev diqulipînin, li gor berjewendîyên xwe bi kar tînin û xelet pêşkêşî raya giştî dikin wî.

Na na xaltîka Aysel, dev ji Serok Barzanî berde, em têra xwe hene keçko…

Stenbol

About The Author