Dewleta Kurdî kabûsa gundî Kemal e

Gelo kevneserokê CHP û kevneserokwezîr Bulent Ecewît tê bîra we? Aha ew xwedênehişt jî bi eslê xwe Kurd bû. Lê ew jî wek Gundî Kemal, ango Kemal Kiliçdaroglû dijminê qewmê xwe bû, dijminê Kurdan bû.

Li ser kevirê gora bavê Ecewît çi dinivîse hûn zanin? “Kurdzade Mistefa Efendî!” Bavê Eco xalis muxlis Kurd bû. Lê kurê wî Ecewît kurmê darê bû, dijminê qewmê xwe bû, neyarê Kurdan bû.

Axir, mijara me li ser gundî Kemal e.

Gundî Kemal, ku bi xwe Dêrsimî ye, Kurd e û wek Ecewqît bûye Kurdekî dewşîrme, Kurdekî heramzade, derket televizyona CNN Turk û beşdarî bernama Hande Firatê bû.

Û tirs û kabûsa gundî Kemal çi bû?

Avakirina dewleta Kurdî!

Oxlim dibêje: Dewletên mezin yên rojavayê dixwazin Rojhilata Navîn bixin şiklekî din. Amerîka ji bilî Îsraîlê dixwaze dewletek ku ji gotina wê dernekeve ava bike. Ev dewlet jî dewleta Kurd e“ filan û fîstan.

Law gundî, em bêjin kevneserokê te ecewît ji bavê xwe fedî nekir, ma tu jî ji bav û bapîrên xwe şerm û fedî nakî ewladim? Yan nanê Tirkan ewqasî şîrîne ku tu dijminatîya qewmê xwe dikî hey nizanim çi!?

Haaaaaaa, gelo tê bîra we, hinek Kemalîstên Kurd jî eynen wek gundî Kemal digotin „Amerîka dixwaze li Rojhilata Navîn Îsraîla duyem ava bike, wê Îsraîla duyem di pişta Ereban de bibe xincer“ û li dijî dewleta Kurdî derdiketin.

Ez serê we neêşînim, kurmê darê ji darê ye wesselam. Yan na ma Tirk aşiq û evîndarê bejn û bala gundî Kemal bûn ku ew kirin serokê CHP qurban!

Enqere

About The Author