Gelo ev ne xizmeta dijmin e?

Hin nivîskar û qaşo rewşenbîrên Soranîaxêv ên ku navê “Grûpa insîyatîvê ji bo paraztina zimanê Kurdî” li xwe kiriye – ku di eslê xwe de gerek navê xwe kiribûna...

Hin nivîskar û qaşo rewşenbîrên Soranîaxêv ên ku navê “Grûpa insîyatîvê ji bo paraztina zimanê Kurdî” li xwe kiriye – ku di eslê xwe de gerek navê xwe kiribûna „Grûpa insîyatîfê ji bo qetilkirin û tunekirina Kurmanc û Kurmancî“–  daxuyaniyek li dijî Kurmancî û alfabeya Kurdî latînî amade kiriye. Kesên wek Ferhad Şakelî û Şêrko Bêkes jî ku ji roja pêşîn de dijminatîya Kurmanc û Kurmancî dikin, di nav vê grûpê de ne û serkêşîya vê grûpa „dijminê Kurmanc û Kurmancî“ dikin.

Ev kesên ku înkara zimanê Kurmancî-latînî dikin û vî zimanê ku ji alî 25-30 milyon Kurmanc ve tê bikaranîn û xwedîyê dîrokek 1500 sal e (Binerin lêkolînên Zanîngeha Auckland a Zelanda Nû) wek zimanê „kuçe û kolanan, zimanê ne medenî, zimanê parsek û xwelîliseran dibînin û dixwazin zaravayê Soranî wek toqa naletê têxin stuyê Kurmancan, bi vê helwesta xwe xizmeta dijminê Kurd û Kurdistanê dikin û rûn li ser nanê wan dikin. Ev kesên ku qîmet û giranbuhayîyê nadin vî zimanê qedîm ê Kurmancî, îxanetê li Mela Ehmedê Batê, Melayê Cizîrî, Sîyehpûş, Feqîyê Teyran, Ehmedê Xanê, Bedîûzzeman Seîdê Kurdî, Cegerxwîn, Celadet û Kamûran Bedirxan û bi sedan nivîskar û parêzerên zimanê Kurmancî dikin. Ev kesên ku ji pêşketin û destketinên zimanê Kurmancî ditirsin û ji bo têkçûna zimanê Kurmancî naxwazin li bakur û rojavayê Kurdistanê Kurd bibin desthilatdar, bi vê helwesta xwe îxanetê li Kurmanc û zimanê Kurmancî dikin, ji xwe û berjewendîyên xwe yên „Soranîperestîyê“ pê ve tiştekî din naxwazin û bi vî awayî têkilîyên navbera Kurdan û parçeyên Kurdistanê têk dibin, yekîtîya Kurd û Kurdistanê naxwazin, pir eşkere xizmeta dagîrkerên Kurdistanê dikin.

Em tucarî ne li dijî zaravayê Soranî ne, Soran brayên me ne, Kurd in. Lê ev kesên ku xwe wek nûner û berdevkên nivîskar û rewşenbîrên Soran dibînin, ne tenê li Kurmancan lê herweha îxanetê li bratîya Kurmanc û Soranan jî dikin, wan bera hev didin, dixwazin wan bikin dijminên hev û yekîtîya ku dijmin nikare têk bibe, ew bi xwe têk dibin.

Em li vir bang li brayên xwe yên Soranekanim û desthilatdarên hikûmeta Kurdistanê dikin ku „neyên lîztika van xêrnexwazan, nehêlin ku ev xêrnexwaz yekîtî û bratîya Kurmanc û Soranan têk bibin, nehêlin ku 25-30 milyon Kurmanc – ji bo çend nivîskar û rewşennebîrên ku kes nizane xizmeta kê û kîjan dagîrkerên Kurdistanê dikin- xeyalşikestî û dilsar bibin û ji we dûr bikevin“.  

Lotikxane

———————-

Teksta daxuyaniyê ya ku Hesen Qazî ji Soranî kiriye Kurmancî û îmzakirên tekstê li jêr in:

 

Teksta daxuyaniyê ya ku Hesen Qazî ji soranî kiriye kurmancî, û îmzakirên tekstê li jêr in:

 

Grûpa Inîsyatîvê ji bo Parastina Zimanê Kurdî Ziman û alfabeya Kurdî:
Di navbera têkbirin û çareseriya zanistî de di çend mehên borî de, du konferans, li Hewlêrê (payîza 2011) û li Diyarbekirê (behara 2012), ji bo lêkolana arîşeyên zimanê Kurdî û mêzekirina li persepktîva pêşeroja wî hatin lidarxistin.
Du diyardeyên pir aşkira di wan du konferansan de cihê pirsînê ne û mirov nikare bi hesanî çavên xwe lê bigire: Yekem: Her du konferans xwenîşandanên siyasî bûn ji dêvla ku ew bibin derfetek ji bo lêkolîna arîşeyên zimanê Kurdî û peydakirina çareseriyeka zanistî ya wisa ku berjewendîya nêzîk û dûr ya neteweya kurd û zimanê wê bike pîvana sereke.
Lidarxistin, birêvebirin û heta vexwendina beşdaran li gor pîvanên siyasî ne li gor pîvanên zimanvanî û zanistî bûn.
Duyem: Herçend gelek kes ji bo wan konferansan hatibûn vexwandin, lê rastî ew e ku zimanevan, Kurdîzanên naskirî û cîdî û zanistkar nehatibûn vexwandin û aşkira hatbûn dûrxistin. Ji tevaya du sed kesan ku di konferansa Hewlêrê de beşdar bûn û sê sed kesan ku di konferansa Diyarbekirê de beşdar bûn, yên ku bi rastî dibe wek zimanvan û Kurdîzan werin binavkirin ji 10 kesan zêdetir nebûn.
Her du konferansan xebatên xwe bi belavkirina hinek tewsiyeyan, yên ku di naveroka xwe de hizirkirineke siyasî ne plankirina îro û pêşeroja zimanê Kurdî radixin holê, bidawîkirin. Naveroka wan tewsiyeyan du hêma bûn; yek ji wan hilweşandina wî zimanê edebî yê standard yê ku bi salan e bûye bingehê yekîtiya neteweyî (qesd jê soranî ye -Netkurd) û ya duyem jî sepandina alfabeya tirkî-latînî li ser ziman, kultur û medeniyeta kurdan.
Di rewşa îro ya Kurdistanê de û berçavgirtina pêşveçûnên kûr û dûr de ku di hemû waran de diqewimin, xuya ye ku hizirîna li ser pêşeroja kultur û zimanê Kurdî û danîna planekê ji bo bihêzkirin, zengînkirin û nûjenkirina zimanê Kurdî pêwîstiyeke dîrokî, jiyarî û zanistî ye. Pêşkeftin, guhorîn û pêşveçûnên bilez di hemû warên zanistî de me berpirsiyar dikin ku divê zimanê Kurdî karibe xwe li gel pêşkeftinên warên zanist û zanyariyên vê serdemê biguncîne. Xweguncandineke weha tenê bi rêya dewlemendkirin û pêşxistina wî zimanê Kurdî yê standard yê ku nuha heye tê bi cihanîn û di vî alî de gereke ezmûna Kurdistana başûr bibe bingehek ji bo hemû planên girêdayî pêşeroja zimanê Kurdî.
Ew tevliheviya zimanî û kulturî ya ku di van salên dawiyê de ji ber mudaxeleya kesên bêezmûn û kêmezmûn peyda bûye dê li ber pêşkeftina zimanê Kurdî bibe astengeke cîdî. Di heman demê de, pir girîng e em zanibin ku ne mimkin e û çênabe ku em pêşîneya hezarsalî ya zimanê nivîsînê yê Kurdî hilweşînin û kultur, medeniyet û berhemên sedansalî yên fikir û mejiyê mirovê kurd ji holê rakin û ji sifirê dest pê bikin. Her hizir û plana ku ê pêşîneyê neke bingeh û paşxan, encama wê dê me tûşî felaketeke reş ya weha bike ku hebûna netewe û nîştimana kurd tehdîd dike.
Armanceka din ya plankirina zimanê Kurdî divê tijekirina derza navbera zarava û lehceyên Kurdî be bi hêviya jihevnêzîkbûn û bihêzbûna wan di çarçoveya yekîtiya ziman, kultur, nîştiman û neteweya kurd de. Tewsiye û axaftinên wan du konferansan dikin ku derzên di navbera zaravayên Kurdî de firehtir bikin ne ku wan nêzîkî hevûdin bikin.
Divê pêşxistin, pêşvebirin û standardkirina zimanê Kurdî beşek ji siyaseta kulturî (cultural policy) be û ew bi ti awayî jê nayê veqetandin.
Cudakirina arîşeyên zimanî ji arîşeyên giştî û bingehîn yên kulturê ne tenê çareseriya wî nake lê dijwarî û astengên din jî dixe rêya pêşketina wî.
Girêdayî vê yekê, divê du rastiyên giring û bingehîn yên ku têgehîştina wan bi xwe ji bo hizirîna rast û çareserkirina durust ya arîşeyan şertek e bên tekîd kirin. Yekem: Kurd, bi giştî, gelekê rojhilatî û misilman e û ji aliyê dîrok, cografya û medeniyetê ve beşek ji wan e; duyem: Zimanê Kurdî beşek ji malbatên zimanên îrani ye ya ku digehe grûpa zimanên hindo-ewropayî. Ev sê alî bingeha nasnameya neteweyiya Kurdî û ziman û kultura Kurdî ne.
Rêxistina konferansan ji bo lêkolîna arîşeyên ziman û kultura Kurdî divê ji bo wan kesan yên ku di warê zimannasî û Kurdîzaniyê de şareza ne û dikarin li ser wan babetan bi rêyên zanistî bikolon û bihizrin klubek be. Civandina bi sedan kesan tenê ji ber ku ew dikarin bi Kurdî binivîsin yan bipeyivin ji bilî xwenîşandaneka siyasî pêve ne ti tişt e û nikare arîşeyên zimanê Kurdî çareser bike. Ew bi dehan sazî, weqf, bingeh û navendên ku bi navê kultur û zimanê Kurdî hatine damezirandin û di wan konferansan de beşdar dibin bi piranî rûyê derve yê grûp û rêxistinên siyasî ne û dibin sebebê çêbûna astengiyên zêdetir û parçebûna hêz û enerjiya zanistî ya Kurdîzan û zimanvanan.
Em yên ku ev daxuyanî îmze kirine dixwazin bi dilsozî dengê xwe bigehînin hemû nivîskar, zimanvan, ronakbîr, Kurdîzan û kulturnasên Kurdistanê û wê yekê ji bo wan xuya bikin ku arîşeyên ziman û kultura Kurdî bi wî corê konferansan yên ku heta nuha hatine lidarxistin nayên çareserkirin û pêwîst e bi awayekê zanistî û bingehî hizir li ser wan bê kirin û xebat jê re bê kirin. Di heman demê de, em dixwazin van hêmayan destnîşan bikin bi mebesta têgehiştineke rasttir û tevayî:
– Babetên zimanê standard, zimanê resmî û zimanê xwendinê dikarin di civîn yan konferansên zanistî de bên behs kirin û lêkolîn kirin û kesên şareza, bi alîkarî û pitevaniya desthilata siyasî, li ser wan bigehên lihevhatin û hevdengiyê û mekanîzmek ji bo rêxistin û bikaranîna wan bê peyde kirin.
– Arîşeya zimanê Kurdî bi hemû neteweya Kurdî û pêşeroja siyasî û kulturî û medeniyeta Kurdî ve elaqedar e. Di dema ku em bi her awayî piştgîriya hewl û xebata gelê xwe ji bo azadkirin û resmîbûna zimanê Kurdî li hemû beşên Kurdistanê dikin, di heman demê de em dibînin ku gelek giring e taybetmendiyên her beşekê Kurdistanê li ber çavan bê girtin û ti beş heqî nede xwe ku siyaseta zimanî ya xwe bi ser beşên din yên Kurdistanê de bisepîne.
– Çênabe alfabe wek armanc bê dîtin, lê ew wesîleyek û emrazek ji bo pêkanîna armanca rastnivîsîn û derbirîna dengên zimanekî bi awayekê baştir û herweha ji bo pêşkeftin û geşbûna kultur û şarstaniyeta neteweyekê. Alfabeya latînî-tirkî bi ti awayî nikare bersiva deng û fonemên zimanê Kurdî bide.
Alfabeya latînî-tirkî têra zaravaya kurmancî jî, ya ku di serî de tenê ji bo nivîsandina wê zaravayê hatiye çêkirin, nake çunkî pênc fonem di kurmanciyê de hene û ji wan re di wê alfabeyê de ti nîşan nehatine danîn. Heger em behsa kurdiya navendî bikin, heft fonem di wê de hene ku jê re ti nîşan yan herf di wê alfabeyê de nehatine danîn.
– Kurdan di dema hezar salên borî de yek alfabeya serekî ji bo nivîsandina zimanê xwe bi kar aniye û hemû edebiyata Kurdî ya klasîk bi wê alfabeyê hatiye nivîsandin. Di dema nuha de jî, piraniya tekst, berhem û afirandinên Kurdî (heta sinorê %85) bi wê alfabeyê tên nivîsandin. Di salên sîyî yên sedsala bîstan de, du alfabe li ser beşekê netewe û zimanê Kurdî hatin sepandin: alfabeya kirîlî ji aliyê rejîma Stalîn ve li ser kurdên Sovyetê hat sepandin û alfabeya latînî ya tirkî ji aliyê rejîma kemalîst ya Tirkiyeyê ve li ser kurdên Tirkiyeyê hat sepandin.
Guhorandina alfabeya Kurdî bo ya latînî-tirkî yan hizirkirina bikaranîna du corên alfabeyan di beşên Kurdistana rojhilat û başûr de ji me re xeta sor e û çênabe bi ti awayî bibe babetê behskirinê û plan jê re bên danîn.
Sepandina alfabeya tirkî-latînî lîstina bi agirî ye. Alfabeya Kurdî yek ji nirxên pîroz yên neteweyiya me ye û divê bê parastin. Wek qenaeta me û li gor tîgehiştina me ya ezmûna gelên derdorê di warê zimanvanî de, em bawer dikin ku çareseriya herî rast û zanistî li Kurdistana bakur, ya ku nuha di destpêka ezmûna bikaranîna kurdiyê de ye, ew e ku dest bi bikaranîna alfabeya Kurdî bê kirin bona ku ew di mudeta çend salan de karibin xwe ji alfabeya latînî-tirkî û kultura sepandî ya kemalîzmê rizgar bikin. Lê em, di heman demê de, tekîd dikin ku em bi ti awayî dîtina xwe li ser ti kesî nasepînin û zimanvan û Kurdîzanên Kurdistana bakur bi xwe dikarin di wî warî de biryarê bidin.
– Em ji serkêşiya siyasî ya herêma Kurdistanê dixwazin ku ew ji bo lêkolîna li ser arîşeyên ziman û kultura Kurdî tenê bi kesên zimanvan, Kurdîzan, ronakbîr, nivîskar û zanistkarên cîdî re hevkariyê bike. Di dema ku em van rastiyan ji bo tebeqeya ronakbîr û xwendeyên kurd, ne pêwîst e em bi dehan û sedan belgeyên zanistî yên ku piştgiriya hizir û dîtinên me dikin li vir pêşkêş bikin. Lê, em di çarçoveya civîn yan konferanseka zanistî de dikarin naveroka vê daxuyaniyê û hemû helwêstên xwe yên zimanvanî biparêzin.

18-8-2012
Grûpa Inîsyatîvê ji bo Parastina Zimanê Kurdî

Aso Germiyanî, Ehmed Bawer, Ehmedî Qazî, Emced Şakelî, Bextiyar Emîn, Bedran Ehmed Hebîb, Pişko Necmedîn, Cotyar Tofîq Hewramî, Xebat Arif, Rizgar Şêxanî, Refîq Sabir, Sudad Resûl, Selam Nawxoş, Şêx Omer Xerîb (Mîr Akreyî), Şêrko Bêkes, Asî Rebatî, Ferhad Şakelî, Fehmî Kakeyî, P. Dr. Fuad Heme Xurşîd, Kawe Emîn, Letîf Helmet, Muhsîn Ciwamêr, Nasirî Rezazî, Nerîman Xoşnaw

(Ji Netkurd hatiye wergirtin)

Categories
Kadîn
6 Comments on this post.
  • Kurdewar
    31 August 2012 at 11:03

    Canekem aha we jî pê de rît, de werin em her yek ji xwere “ Soranîstanek, Kurmacînistanek, Zazaîstanek “ ava kin. Bila Kurd nebe xwedî tiştek ne? Wey biranekan min nizanibû hûn ewqas nezanekanin…

  • Xorto Ciwan
    31 August 2012 at 12:06

    Bi sê telaqên jinberdanê, çi proxram û bernamekanên ku Cumhurî Îslam dixwaze, Ferhadokê qelew jî di nava kurdekan de bi cih tîne. Binerin ew 24 kesên bi navê „rewşenbîr“ ku navê xwe careke din bi haweyekî reş xistin tarîxê navê hemuyan di arşîvên Sedam Huseyn de derketine ku ew berê sîxur bûne. Lê belê ez tiştekî ji hikûmata Kurdistanê fêm nakim kê sixurî kirine, wî populer dikin…

  • B. Rênas
    2 September 2012 at 16:16

    Wan rewshenbîran xwelî li serê xwe kirîye, ne bes bi serda jî serê xwe kirina nav axê virte-virt in, çima ku ew jî ji kevnesopîya zordarî û zorbazô têne, qîmeta dadî û demokrasî, azadî û asitî li cem wan nîne. Halbukî hen ji wan li ewrope man e, pergela Ewropa dîtine, dîsa jî naxwazin ku bibîn in, SWÎSRA ji 26 Kantonan/herêman pêk te, yên li Tessîn bi îtelyanî diaxifin zimanê yên Zürich fehmnakin, Zürîch î jî yê Tessînan. Li SWÎSRA ziman û ziraveyê herkesi, hemu kantonan/herêman azad in, KES ZIRAVÊ XWE LI KESEKÎ FERZ NAKE. Xwedê bike, ma înîsyatîvdanan rewsa SWîSRA ji xwe re bikin GARIK..

  • Wezîr Assanî
    2 September 2012 at 19:44

    Gelê Kurd! Ka werên em bibin yek millet u hevdu hezbikin! Bila cavên dijmin birije! Bila zimanê Kurdan zimanê Kurmanca, Sorana u Zaza – zimanê şirîn u kavnar her bijî! Em yek in! Mixabin! Yen ku dijî zimanê Kurmanca ne – ew bêfem in u sextekar in!

  • rosto
    3 September 2012 at 03:51

    we niha 30 meylon ji kîjan derê anî bashûr rojhillat û rojava bi tîpê erebî fehr bûne ev 30 meylonên kêmanî

  • kurdo
    7 September 2012 at 10:49

    silav û rêz.ji Ormiyê me,pispor û zanayê kurdî.
    Yekem:peyva ROJINBÎR durusttir e.
    Duyem: eger biyaniyek bixwaze kurdan nasbike tenê bi kurmancan ra kurd naskirine
    Sêyem:wêje û edebiyata nivîskiya kurmancî 500 salan berî soranî dest pê bûye heta ku
    Ebdussemed Babekir 1400 salan berî niha bi kurmancî helbest honandine
    Çarem:ji aliyê zimannasî ve kurmancî ji soranî kara û kurdîtir e
    Pêncem:qasî 70% kurdan , kurmancî diaxivin
    Şeşem: li ser tora enternetê nêzî 90 li sedê ragihandinan kurmancî ne
    Heftem:wê rojê li ser malpereke fermiya Dewleta Îranê li ser peyva kurmancî şiroveyek nivîsandibû ku:
    KURMANCÎ MEZINTIRÎN ZARAVEYÊ KURDÎ YE
    Heştem: babo bila kurmanc jî MÊR bin û BERIKA XWE LI AVÊ DERÊXIN
    Nehem:www.zkurdi.blogfa.com

  • Leave a Reply

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    • Aş diçe wan daye dû çeqçeqê

      Mirad Bîlgîç ‘Ziman mala hebûnê ye’ Martîn Heîdegger ‘Ziman ne gelek tişt e; ew her tişt e.’ Adar Jiyan Ji bo zimên heta niha gelek tiştên giranbuha hatine gotin...
    • PKK û bangewazîya yekîtîyê

      Metîn Pîranî – Sekreterê Gişti yê Hereketa Azadî PKK û rêxistinên pê re ji mêj ve ye ku behsa Yekîtiya Neteweyî, diyalog û biratiya di nav Kurdan de dike....
    • Di siyaseta Kurdan de giringiya ehlaq!

      Dara Bîlek Gelek caran di siyasetê de mijara ehlaq jî tê gotûbêj kirin, ehlaq di lepta insanan û jiyana wan ya rojane de derdikevê pêş û gelek caran insan...
    • Talîş kî ne ?

      Ugur Dursun Adsız Îro Kurdên Talîşî bi gelemperî di derdora Çîyayên Talîş, di navbera devletên Azerbaycan û Îranê de nîştecih bûne. Li taya Azerbaycanê de ji bajarên Başûrê Azerbaycanê...