Ez di derewa nim!

Ev der ku ye hevalno?
Ev der cîyê ku baz û mar lê şer dikin e…
Wek hûn jî zanin şervanan berî demekê ev der xistibûn bin desthilatdarîya xwe û Ji bavê kê zêde bû bi rehetî û hêsanî derbas bibûna.

Lê xuyaye Enîk Berberogluyê ku kes nizane bê ji pişta kîjan toltahjîyî ye, pirr ji van bûyerên dawîn aciz bûye, lewma jî hewcedarî bi dîmenekî wiha dîye…
Ji qewla canikekê, “Ez di derewa nim!”
Yên ku li vî dîmenî bnêre, gelo ew ê çi bifikire?
Ji serî heta binî şow difûre…
Leşkûçikên wî ev senaryo nivîsîne, hestîyek avêtine ber, bi rişma wî girtine û ev wêne pê dane kişandin…
Ji serî heta binî dîyar e ku xwe dixapîne, me dixapîne…
Yanî ev dêqehp dixwaze bibêje ku, şervan mervan, şer mer derew merew in. Hakîmîyet û desthilatdarî ne di destê şervanan di destê me de ye…
Ez di derawa nim!
Hey lawê min, ji ber ku ew mêranî bi te re tune ye jî, hey leyê min…
Te ew mase birîye li ser wî çîyayî bi cîh kirîye, ser maseya xwe xemilandîye û te lingek avêtîye ser lingekî û bi awayekî qure poz daye û xwe nepixandîye.
Êêêê…!
Lê li binya te çi diqewime gelo?
Çiqas leşqeşmer ji bo te biparêzin li dora te nobetê digrin?
Dengê te nehat min…
Te go çi?
Te go ez bi tena ser ê xwe me?
Ez di derewa nim!
Binêre berxê min!
Yarast goştê berxan tê xwarin û heyf ku ez te dixim şûna berxan, lê tişt nabe, bila bibe camêrîya me…
Ne ew dîmen, bi hezaran dîmenên ji wî dîmenî xapînoktir jî hûn belav bikin, derew e, vala ye, pûç e, cîyê xwe nagre… Lewre Ew ax Kurdistan e û Kurdistan jî dayika kurdan e. Dûr nêzîk, hûn ê bêyî xatirxwestin ji wê axê bicehemin û derkevin…

About The Author