‘Me xwest xwedî li çanda devera Xorasanê derkevin’

Xorasan (Rûdaw) – Bo cara yekem di Mijdara 2005ê de bi awayekî fermî û profesyonel karê hunerî destpêkirin û bi beşdariya çend keçên hunermend yên Kurdên Xorasanê ev kom li bajarê Qoçanê ava kirin û navê wê danîn Koma Haray, ev nav di kumancî de tê wateya “bang” û “hewar”. Komê heta niha 19 xelatên mezin standine û dixwaze xebatên di warê muzîka kurdî de bidomîne.

Koma Haray a muzîkvanên jin ji çend hunermendên Kurdên Xorasanê pêk tê û bi hûnandin û strandina beyt û heyranên devera xwe û alevên muzîkê yên tabet bi wê navçeyê, ji sala 2008ê pê de bi awayekî azad û serbixwe di pêşbirk û konseran de beşdar dibe. Nîlofer Xusrewî ku ji temenê 8 saliyê ve di vê komê de tembûrê lêdixe û berdevkiya komê jî dike, ji Rûdawê re got: “Loma me navê Haray ji komê re hilbijart, ji ber ku tembûra kurdî ji bo endamên koma me ya muzîkê pirr balkêş bû û ji ber hezkirina zêde me ev nav ji grûpa xwe re danî. Endamên komê ji van hunermendan pêk tên: Nesteren Ebulhesenzade (stranbêj), Mujgan Xweşendam (stranbêj û berheman dihûne), Mehsa Elîteleb (stranbêj û li sazê lêdixe) û ez jî tembûr û daholê lêdixim.”

Nîlofer Xusrewî dibêje ku armanca damezrandina vê koma muzîka jinên kurd “vedigere bo evîn û hezkirina me bi gelêrîbûn û vejandina çanda zengîn û mîrata kevnar a devera me û me xwest bi hewildan û xebatên xwe lê xwedî derkevin.” Yek ji taybetmendiyên berçav yê vê koma muzîkvanên jin ev e ku hemû endamên vê koma muzîkê xwendina xwe bi awayekî akademîk qedandine û bi şeklekî zanistî di komê de karê hunerî dikin. Ligel vê yekê jî, Nîlofer Xusrewî got: “Lê ji bo pêşketina me di xebatên hunerî de ev yek têr nake û pêdiviya me bêtir bi zanist û agahiyên hunerî û teknîkê heye heta em bi tevahî profesyonel muzîkê lêbixin.” Koma Haray bêtir bi kurmancî stranan dibêje, lê bi farsî û hin caran jî klamên tirkî yên Bakûrê Xorasanê distirin

Hunermend Nîlofer derbarê çalakiyên komê de ji Rûdawê re got: “Koma me di gellek festîvalên hunerî li Îranê û herêmên Kurdan de beşdar bûye û me pirr pileyên baş bi dest ve anîne.” Nîloferê eşkere jî kir ku di demek nêzîk de berhemên amadekirî yên komê wê li Xorasanê bên belavkirin û herwiha got “plana me ev e ku konserên pêşiyê bi orkestra saz bikin.” Berdevka komê ji Rûdawê re diyar kir ku hin bernameyên wan hene ji bo sazkirina konseran û tekez kir ku ew muzîka xwe ne tenê li herêma Xorasanê pêşkêş dikin, lê li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Silêmanî jî konser saz kirine û dixwazin van konseran bidomînin: “Me li bajarên ku Kurd lê niştecih in, mîna Sine û Serdeşt û herwiha Silêmanî, konser çêkirine. Em wek kom dixwazin konserên bi vî awayî li bajarên din ên Kurdan zêde lidarbixin.”

Di dawiya hevpeyvîna xwe ligel Rûdawê de, berdevka Koma Haray, Nîlofer Xusrewî, wiha axivî: “Divê em hemû ji bo vejandina hunera muzîkê li Xorasanê hewlan bidin û rê nedin hunera vê herêma me ji nav here û tine bibe û bê ji bîr kirin. Divê em hunera zengîn a gelê xwe radestî nifşên piştî xwe bikin. Piştgiriya xelkê û dezgeh û saziyan bandorek mezin li ser domkirina vê pêvajoyê dike.”

Rûdaw

About The Author