Şêr derketin, lê ka piling?

Kurd ji şêran pir hez dikin. Çima? Çima ku şêr bihêz in, şahê heywanan e û nîşana xurtbûn û serketinê ne. Şêr laşgiran, gewdemezin û pirê caran jî tiral û zexel e. Lê di rastîyê de piling ji şêr xurttir, kone û fenektir, biaqiltir û nîşana xurtî û lezgînîyê ye. Çima Kurd xwe nakin “pilig” lê hertim navê “şêran” li xwe dikin ez fêhm nakim.

Axir, piştî ku grûpek ciwanên Kurd li rojavayê Kurdistanê navê “Şêrên Kurdistan” li xwe kirin, îcar jî li rojhilatê Kurdistanê grûpek şêr derketin holê û navê “Şêrên Araratê” li xwe kirin.

Bi kurt û Kurmancî; şêrên me pir dibin, lê pilingên me di kîjan qul û kewaran de razane em wê nizanin. Hêvîdarim “Pilingên Kurdistanê” jî rojekê ji xewa mirinê şiyar bin û derkevin meydana şer. Ji xwe mişk, pisîk, meymûn, dîk û mirîşkên me pir in, nêrî û beranên me jî pir in. Ê va şêrên me jî serî hildan. Ma çi? Ma PILINGÊN KURDISTANÊ!

De xwedê xêr bike rebbî…

Şêrên Araratê li ser xêrê be, hûn bi xêr û xweşî hatin qurban…

 ——————–

Daxuyanîya Şêrên Araratê

Li Rojilatê Kurdistanê, Kurd, ji bo ku bikaribin xwe li hember desthilatdarîya Rijîma Îranê biparêzin, di bin navê ‘Şêrên Araratê de hêzêke Siyasî û çekdarî saz kirin.

Şêrên  Araratê daxuyanîyek dan çapemenîyê û diyar kirin, ji bo ku ew bikaribin gelê Kurdistanê li hember dîktatorîya Îranê biparêzin, Hêzên siyasî û yekîneyên çekdarî ava kirine.

JI BO RAYA GIŞTÎ

Li sê parçên Kurdistanê pêşketin heye , lê mixabim li Rojhilatê Kurdistaê bêdengîî heye.

Pratiyên Rojhilatê sebaret bi bûyer û destkevtên girîng li  Başurê Kurdistanê nekarin bi avayekî aktîf xebat bikin .

Em ciwanên welatparêz me hêza siyasî û lêşkerî li ser navê Şêrên  Araratê damizirand.

Em serbixwe ne, alîkarîya her kesî qebûl dikin lê alîkarîya 4 dagîrkerên Kurdistanê qebûl nakin. Em pişta xwe didin çiyayên Kurdistanê bi taybetî çiyayê Agirî .

 Şêrên  Araratê Rêbazên Qazî Muhemed, Qasimlo û Simko dirêje pê dide.

Em bang li hemû Kurdên rojhilatê  dikin ku piştgirîya me bikin, her wisa ji hemû ciwanên Kurdistanê dixwazin ku jİ bo azadiya gelê xwe tev li refên Şêrên  Araratê bibin

Em ji bo Îranek Demokratîk û Kurdistana Federal xebat dikin .

Şêrên  Araratê 30/08/2012 Çiya Agirî

http://seren-ararat.blogfa.com/

About The Author