EZ BI QURBANA AQILÊ MÊRÊ XWE BIM

Şûkir ji xwedê re, êdî Kurdên me jî gelek dewlemend in û xwedî sermîyan in. Belêndar in, karsaz in, kardar in. Yek ji wan jî Kurdekî me yê ji Bêdlîsê Nûredîn e. Nûredîn li bajarê Stenbolê dijî.

Nûredîn ji xwe re otmobîleke (trimpêl)  pir biha kirî. Ew û çend hevalê xwe siwarbûn û di papûrên Stenbolê de derketin geştê. Bi stranên dilşewat yên dengbêjî hatin xaçerêyekê, ji nişka ve trimpêl ser kêlekî kaş û berkaş çû. Peya bûn çi bibînin ! Pîrekek por zer, lêv boyax kirî li wan xistiye.

Nûredîn bi hêrs ber bi jinikê ve çû, jinik ji trimpêla xwe peya bû û bi devekî ken got “ Wey ez bi qurbana aqilê mêrê xwe bim, ji min re digot trîmpêla sifir  heyfe tuyê qeza bikî, heta tu fêrî ajovanîyê dibî ev besî te ye, aha te dît qeza bû !  “

 Nûredîn porê jinikê li destê xwe aland, şîmaqek wek birûskê avêt û got “ Ez di aqilê  mêrê te de birîm, ma negot tuyê li trimpêlekê sifir û biha bi qelibî, wê binin te ?  “ werhasil .

Van rojên dawî hema kîjan Ereb, Faris an Tirk radibe tê li me diqelibe. De were îcar wan wisa hêsan berde, qe dibe gelo?  Hema bigrin bininê û paşê berdin, bila bi tirek ziwa neçin.

About The Author