Diyanetê lotikek bergîlkî avêt

Melle Cemîlê Mûşî

Yekî bigre li yê din xe. Ji misilmanên wan bigrin heta bi çep û kominîstên wan dijminatîya Kurdan dikin. Bi taybet ji bo tunekirina Kurmanc û Kurmancî (ji ber zanin heke Kurmanc û Kurmancî ji holê rabin êdî pirsa Kurd û Kurdistanê namîne) her gûyî dixwin, her dek û dolabê digerînin.

De ji xwe re li zinêkarî û kerxanecîtîya Sazîya Karê diyaneta Tirkiyê binerin û têra xwe bi rezaletîya wan bikenin, têra xwe bi zîtirkên wan bikenin.

Saziya Karê Diyaneta Tirkiyê demek berê “pênusa ku bi deh zimanan quranê dixwîne” derxist mazatê. Di nav van zimanan de Ingilîzî, Almanî û 8 zimanê din jî hene, herwiha qaşo Kurdî jî heye. Lê ne zarayên Kurdî yên ku li bakurê Kurdistan û Tirkiyê tên axavtin, ne Kurmancî anjî Kirdkî (Zazakî) lê zaravayê Soranî xistine qûna pênûsa xwe.

Îcar hesab li cem we, zaravayê Soranî li bakurê Kurdistanê nayê axavtin, Kurmancî û Zazakî tê axavtin, lê Sazîya Karê Diyaneta Sexte ya Tirkiyê rabûye Soranî xistine qûna pênûska xwe ji bo qaşo bêjin “aha me Kurdî jî xistiye pênûsa quranê” filan û fîstan.

Kuro hey min di we kirino, ma çi îş û karê zaravayê Soranî li bakurê Kurdistanê heye oxlim? Ev çi zîtirkên kerîkî û bergîlkî ne ewladim? Hûn kê pê dixapînin? Hûn bi navê îslam û misilmantîyê kîjan ehmeq û nezanî dixapînin?

Werhasil, ev lotika bergîlkî ji alî hinek Tirkan ve jî tê ecêbdîtin.

Meselen berpirsê firotina van pênûsan A.O ku bi eslê xwe Tirk e û van pênûsan li mizgeftan difroşe, ecêbmayî maye û dibêje; “Min lotik dîtine lê lotika bi vê ecêbê nedîtiye, gellek Kurdên bawermend tên mizgeftê û ez vê pênûsa bi wan didim guhdarkirin, lê ew ji Soranî fêhm nakin û dibêjin “ev ne Kurdî ye bavo, zimanê çûka ye, zimanê cin û pîreboka ye em nizanin” û pênûsan nakirin” filan û xeftan. Kurdê bi navê Mihemed Aşbetal jî di vê derbarê de gotiye; “Jina min ji min berdayî be ez helwestek siyasî ye. Heke Sazîya Diyanetê samîmî bûya gûyekî wilo nedixwar, divê bi Kurmancî bûya, ne Soranî baba. Di binê vê lotikê de zinêkarîyek heram heye” û nîhaye kefenê 101 bavê diyanetê.

Ev pênûs qaşo ji bo wan kesên ku nizanin quranê bixwînin hatiye derxistin. Pênûsê di ser ayetan re dibin û pênûska diyanetê jî dibe wek “bilbilê 10 ziman” û quranê ji nezanan re dixwîne.

Êêêêêêêêê, pênûsa ku ji Kurmancan re Soranî bixwîne dibe çi?

Dibe gû û rîx!

Dibe çi?

Dibe henekpêkirin!

Wey ez di nava wilo diyanet de bimîzim erê welle û hûn sax…!

Mûş

About The Author