Kekê me xweş dibêje, lê ka yê ku bike?

Li ser bextê Ajansa ANF be, dibêjin Serokê KCK û Kurdê gunikreş kekê me Mûrat Karayilan peyamek qerase ji Festîwala ku PKK li Almanya çêkiriye re şandiye û di peyama xwe de çend lotikên xweş avêtine.

 Dibêjin Karayilanê me di peyama xwe de girîngîyek mezin daye paraztin û xwedîlêderketina zimanê Kurdî û gotiye; “Cîgerno, kezebno, mafê me ye ku em jî bi zimanê xwe biaxivin. Dema em vê bêjin wê demê ya yekemîn; em wek Kurd divê bi Kurdî bi dewletê re têkevin diyalogê. Kesên bi dewletê re muxatab e divê hertim bi Kurdî biaxive. Duyemîn; dema nû ya perwerdeyê dest pê dike. Madem em bi zimanê xwe perwerdeyê dixwazin wê demê divê em neçin dibistanên asîmîlasyonê. Divê kes zarokên xwe neşînin dibistanan û divê ciwanên Kurd neçin dibistanan. Sêyemîn; divê ciwanên Kurd neçin leşkeriya Tirk. Çaremîn; divê Kurd êdî têkiliya xwe bi giştî ji pergala edaletê ya dewletê qut bikin û pirsgirêkên xwe bixwe çareser bikin“ filan û bêvan.

 Çi gotin û daxwazên xweş û maqûl ne wilo!?

Lê ka yê ku van daxwazan bîne cîh kekê mino?

Ma wê Dûran Kalkan û Mûstafa Karasû abêmiz bi Kurdî biaxivin?

Ma wê Emîne Ayna, Aysel Tûglûk, Sebahat Tûncel û bi dehan xaltîklerimiz bi Kurdî biaxivin?

Ma wê Selahattîn Demîrtaş, Ertûgrûl Kurkçu, Akin Bîrdal, Sirri Sureyya Onder û bi sedan rêvebir û kadroyên BDP bi Kurdî biaxivin û zarokên xwe neşînin dibistanên asîmîlasyonê?  

Çima hûn ji PKK û BDP dest bi hemleya “axavtina zimanê Kurdî” nakin, lê hûn me Kurdên xwelîliser mecbûrî vê lotikê dikin Mûrat abê?

Çima zarokên serok û rêvebirên me dibistanên asîmîlasyonê protesto nakin, lê hûn zarokên me Kurdên xwelîliser mecbûrî vê lotikê dikin?

Na kekê Mûrat na, ev nabe qurban..

Berê ji xwe û ji Tirkên nava xwe dest pê bikin, piştre emê jî bidin dû we.

Berê “mîrkutê zimanê Kurdî” li nava serê wan kadroyên xwe xin, zimanê wan ê Tirkî jêkin û li şûnê zimanê Kurdî têxin devê wan, piştre emê jî “ehlen we sehlen”, “ser seran û ser çavan” vê daxwazê bînin cîh.

Ma ez ne baş dibêjim qurban?

Amed

About The Author