Li ser lotika Ertugrul Kurkçu


– Yaw Remo, ma te bihîst?
– Çi kuro?
– Kuro law dibêjin xalê me Ertuxrul Kurkçu dest bi lotikan krîye, gelo rast e?
– Mala te xerab nebe! Rebeno 65 salî ye, lotikên çi halê çi heyran…
– Kuro bi telaq çapemenîst Saliho ew û xatûnoşkek li deverekê zevt kirîne. Xatûn jî xatûn e haa! Bi wî serê te wek tu ji xwe re li heyva çardeşevî binêre. Nayê gotin kuro… Hew dibe ha!
– Waa! Tu bira dibêjî?
– Îcar bira!
– Ê bavê mino! Qey performansa camêr pirr baş e wîî… Ya din jî, mêrik bi nîv henekê li ser pişta kerê wek min û te bû parlamentêr û jixwe meaşê wî jî têra xwe baş e. Ma ku xatûn xwe li wî negrin, ew ê werin xwe li ehmeqê wek min û te bigrin begefendîyê min…!
– Bi şeref emrê min bû 50 doxîna min li serê efendîyê min gerîya û dahwa min û mêrikê min mir. Xalê me qûş li 60 qetandîye û tew nabêje ay serê min û çeka wî heta dev tije fîşek in…
-Kuro ev mîratmaya vîagrayê derket, nav ji mêr û mêranîyê re nema. Kalê 60-70 salî dê xwe li ser serê me qure dikin û dibixudînin…
-Ha va ye ha li wêne binêr binêr, te dî bi çi kêfê dike.
-Erê bi telaq, lê wek te gotî xatûn jî xatûn e ha…! Welle heke xatûneke wiha bi nav lepên min û te jî keve em ê li xortanîya xwe vegerin bavo!
-Tew! Ev fotomontaj e!
-Çi çi çi? Te go çi? Foto çi?
-Fotomontaj fotomontaj!

-Îcar ew çî ye kuro?

-Quzilqurt!

About The Author