QAHWEXANA MISTO

 Li Bakurê Kurdistanê ji bêkarîyê hijmara qehwexaneyan pir in. Lê belê hinek qehwexane hene taybet in, wek qehwexaneya xalê Misto. Xalê Misto bi nimêja sibê re radibe, diçe ocaxê pê dixe, çaya xwe amade dike. Domdarên qehwexana xalê Misto yeko yeko tên, bi vexwarina çayê re dikevin suhbeteke kûr.

Xalê Misto domdarên qehwexaneyê hemûyan nas dike, car heye perê wan tune bi deyn çayê dide wan. Xalê Misto zane ku kîjan domdar rojê çend badîn/îskan çay vedixwe. Deftera xalê Misto karton kaxizek li dîwar e, kî çiqas çay vexwaribe gorî wî li karton xêz dike.

Heçê domdarê nexweş bikeve an karê wî hebe, bi sedemekê neyê jî, xalê Misto dîsa kartonê xêz dike, hesabê wan giran dike.

 Rojekê domdarekî got “ Misto tu çima ji bo yên nehatî kartonê xêz dikî ? Ev ne raste tu deyndar dikî.

Xalê Misto got “ Law ma ez xulamê bavê we me? Sibê zû rabûme hatime, min çaya xwe dem kiriye.Teres  bila bihatina çaya xwe vexwarina ,  ji min re çi… “ Werhasil.

Dewleta dagirker jî wek Xalê Misto hesabê  hemû Kurdan giran dike, dibê “ hûn terorîst in “. Em jî berdêlê wî hesabî bi canê xwe, bi malê xwe didin, dîsa jî xilasî tune!

About The Author