Bûbê da ser pişta Ergenekonê

Serokwezîrê Tirkiyê û başçawîşê hikûmeta AKP Kasimpaşalî Receb lotikek bêîman li Ergenekona Tirkiyê xist, qûş li wan qetand û berê wan da heps û zindanan. Her çiqasî „dendik û kevirên giran“ yên Ergenekon û dewleta kûr li ciyê xwe veşartî mabin jî, lê Kasimpaşalî Erdogan qûş li gellek generalên artêşê qetand û per û baskên Ergenekona Tirkiyê şikand.

Ma çi?

Ma Ergenekona Kurd!

Yan jî baskê Kurd yê Ergenekonê.

Nivîskarê Kurd, lotikvanê germik û nermik kekê me Bûbê Eser, gavek mezin avêt, destê xwe xist bin kevir û dest bi eşkerekirina „Ergenekona Kurd“ kir, di vê derbarê de çend nivîs nivîsandin û xuyaye wê kekê me Bûbê heta bi dawî bide dû şopa Ergenekona Kurd.

Kekê me Bûbê bi „Ergenekona“ nava KUK ê dest bi şer kiriye. Xuyaye dixwaze berê Ergenekona di nava KUK ê de eşkere bike, piştre jî yeko yeko bê ser Ergenekona nava rêxistin û partîyên din. Her çiqasî „Ergenekon“ a di nava KUK, PSK, RIZGARÎ û rêxistinên din de li ber Ergenekona di nava PKK de wek „dendikek vala“ be jî, lê ev gav gavek baş e û kekê me Bûbê Eser gavek baş avêtiye, dest bi lotikek pîroz kiriye.

Bûbê Eser ji Dara Bîlek dest bi eşkerekirina Ergenekona nava KUK ê kiriye, piştre bi rêya dost û nasên xwe dor anîye ser Seyitxan Mercan, Evdirehmanê Gundikî û pê de tê. Her çiqas belge û delîlek berbiçav di destê kekê me Bûbê de tunebe jî, hinek xeletî, şaşî û parçekirina rêxistina KUK ê wek belge û delîlên hebûna Ergenekona nava KUK ê pêşkêş dike.

Ez serê we neêşînim, Kasimpaşalî Erdogan tir ji Ergenekona Tirkiyê berda, xuyaye wê kekê me Bûbê Eser jî qûşê li Ergenekona Kurdistanê biqetîne, wê eşkere bike û berê endamên wê bide heps û zindanên Diyarbekirê.

Di vê derbarê de em kekê xwe Bûbê Eser pîroz dikin û hêvîdarin bi xêra wî emê ji Ergenekon û çeteyên li Kurdistanê azad bibin, ji wan xilas bibin.

Haydê kekê Bûbê haydê!

Bide ser pişta Ergenekona Kurd û vê tirê jê re nehêle qurban…..

Swêd

About The Author