Xalê me Seyitxan qûça berpirsên KUK ê rakir

Piştî ku Bûbê Eser dest bi nivîsên „Ergenekoncîyên Kurd“ kir, navê xalê me Seyitxan Mercan jî di nava nivîsên wî re derbas bû.

 Êêêêêêê, ma xalê me Seyitxan bê bersiv dimîne? Na, nabe..

Xalê me Seyitxan Mercan, di bersiva xwe de xwe paraztiye, Bûbê Eser daye ber lotikan û bang li „Berpirsiyarên KUK“ ê kiriye.

Çi gotiye xalê me Mercan?

Gotiye: „Binerin cîgerim, banga min ji hemû mensûbên KUK ê re ev e, keremkin em bicivin û hesab bipirsin, hûn vê nakin dev ji bêbextiya berdin û gote gotên vala belav nekin“ û daye ser pişta wan.

Axir, ez serê we neêşînim, xalê me Seyitxan Mercan berpirs û rêvebirên kevn û nuh ê KUK ê bangî civînek giştî kiriye û gotiye „werin em hesab ji hev bipirsin“ filan û bêvan.

Gelo ji vê lotikê xweştir lotik heye?

Ji vê rastîyê xweştir rastî heye?

Çima berpirsên KUK ê ev rêxistina qerase ji hev tarûmar kirin?

Çima parçe kirin?

Ji bo çi, ji ber çi sedemê?

Çima kesek hesabê vî barê giran nade?

Çima wîjdanê kesekî najene û hesab ji berpirsên KUK ê naxwaze?

Çi heqê we li vê rêxistina welatperwer hebû ku we ew ji hev tarûmar kir oxlim?

Yan hûn tev gunahkar in, sûcdar in ku kesek ji we newêre rastîyan eşkere bike?

Gelo bi vê „bêdengîya“ xwe hûn rûn li ser nanê dewletê û Ergenekoncîyan nakin?

Werhasilî kelam, xalê me Seyitxan Mercan gavek baş avêtiye, berpirsiyarên kevn û nuh ên KUK ê dawetî hesabdan û hesabpirsînê dike.

Ez bawer nakim gunikreşek derkeve û bê hesab bide yan hesab bistîne, lê bawer bikin wê her endamek KUK ê li axretê destê xwe têxin qirika wan û hesabê KUK ê ji wan berpirsiyaran bixwazin.

Stockholm

 

About The Author