Heta bi weşangerên wan jî heramzade ne

Tirk nîjadperestîya xwe ya li himber Kurdan di her warî de nîşan didin. Ji herkesî re qaşo mirov û mirovperwer in, lê ji Kurdan re hirç û hov in, tu mafê jiyanê ji Kurdan re rewa nabînin.

Patricia Highsmith nivîskarek Amerîkî ya bi nav û deng e. Pirtûkên wê li seranserê cîhanê tên xwendin, bi gelek zimanan hatine wergerandin. Pirtûka wê ya herî dawîn di 1991ê de bi navê „Ripley Under Water – Di binê avê de yek Rîpley“ hat weşandin. Nivîskara hêja ev pirtûka xwe diyarî tekoşîna gelê „Filistîn û gelê Kurd“ kiribû. Ji ber ku Patricia Highsmith di bin bandora tekoşîna gelê Filistîn û gelê Kurd de mabû, ji van herdu milletan pir hez dikir, bi sempatîyek mezin nêzîkî wan dibû.

Axir, pirtûka Patricia Highsmith li Tirkiyê ji alî „Weşanxaneya Can“ ve hat wergerandin û weşîya. Lê pêşgotina ku Patricia Highsmith li ser Kurd û Filistînîyan nivîsandiye, ji pirtûkê hatiye rakirin û wenda bûye.

Ev rastî piştî çend salên dûdirêj niha eşkere bûye. Îcar hûn dev ji nîjadperestîya siyasetmedar, esker û wekî din berdin, heta bi weşangerên van dolheraman jî dijminatîya Kurdan dikin, rastîyan berovajî hev dikin û wan rastîyan dixin kuna xwe.

Werhasilî kelam, bawerim niha Patricia Highsmith di gor û mezelê xwe de xwîn digirî û naletê li weşangerên Tirk dibarîne.

Ê de rehma xwedê li xanim Patricia Highsmith be rebbî…

Xwedê miradê wê bi 70 Nûrîyên germik û nermik bike rebbî…

Amerîka

About The Author