Kurê Ladin û Boxê Terorîstan

Kurê Ladin ku ker li diya wî qelibîn û zîvar-zîvarî kirin, dibêjin xwedêgiravî, serokê terorîstan bû û ew Emerîka qerase jê ditirsiya, wî mejîyê vê alema munafiq û tirrjen tevlihev kiribû. Eger rast be, eger derew be, bi kiryarên alîgirên kurê kerê çend hezar kes hatin kuştin û roj namîne ku çend kesek bi lotikên wan, li vî alî û li wî alî, nabin qurbana fitwe, ayet, buhişt û dojeha wan! Ji bo van gewad û qewadên buhişta misilmanan, dinya hemî dij wan rawestiyaye û bi hemû hêza xwe şerê wan dike. Ji alîkî dinve, wek dibêjin: Xwezî bi kefendiz! Kurê kerê çû, kurê dêlikê hat! Boxê terorîstan! Îca vê carê, ne tenê turumpêlan bomberêj dikin, lê belê bermîlên dagirtî ji TNT ji ezmanan bi ser serên miletê Sûrîyê ve tînin xwarê û ya sitar hilma goştê insanan di heft tebeqên ezmanan re derdikeve û digihê erşê Xwedê, lê ne Xwedê û ne jî ev alema munafiq dengên xwe nakin û ji Beşarkê derewçîn re  li çepikan jî dixin!

Li vê ecêba kesa nedî, artêşek bi hemî hêza xwe, bi tank, top, firoke û rokêtan şerê miletê xwe bike, gelo ev çi artêş e? Ev hîjde meh in ku miletê Sûrîyê di nava agirê qûnekan de, mafia Rûsan de, gû-monîstên Çînê de, melên Îranê de û Hesenê kûrê Nesrilşaytan de, dişewite! Kes deng nake, Xwedê bê deng e… Emrîka bê deng e… Misilman bê deng in, Ewrûpî bê deng in, şeytan bê deng e! Heta bi cinan bê deng in, ma ev çiqas munafiq û bê wijdan in looo!

Boxê terorîstan, ne tenê wek gur ku ketiye nava miletê Sûrîyê û bi hezaran dikuje, dişewitîne û qir dike, lê belê, geh xwe li sînorê Tirkyê dide, li wir jî dikuje, geh xwe li sînorê Libnanê dixe û li wir jî dişewitîne û geh jî li sînorê Urdinê xirrê xwe nîşanî xelkê dide. Cardî ne Xwedê û ne cîran, kes dengê xwe nake, gelo Xwedê û hemî alem ji devlapûrko ditirsin? Ev çi şanoyek gemar e! Çi bextreşiyek mezin e!

Di destpêka şoreşa Sûrîyê de, xelkê digotin, ev dem, ne dema qatîlama Hemayê ye, nikare wek bavê xwe bike, xelk qebûl nakin, teknolojî pêşketiye, di deqa wê de, hemî dinya dibîne, dibihîze, dişopîne, lê çi bikim ji dinyak ku ker be, lal be, bê guh be! Kefendiz tenha qetlîlama Hemayê di salên 80î de pêk anî, lê kurê wî nîvê Sûrîyê bi erdê ve rast kir û kevir li ser kevir nehişt, ne alema nûjen û nejî teknolojîya pêşketî nikarin canên zarok, jin, pîr, kal û xortên ciwan biparêzin!

Di van rojên dawî de, dema ku ew kurte filimê li ser pêxemberê alema îslamê derket, hemî îslamperestên cîhanê rabûn ser piyan û dijî wî filimî, rî û şaşikên xwe hejandin! Law ma qey xelkên Sûrîyê, ku rojane, bi sedan kes, di bin kevir û dîwarên xaniyên wêrankirî de  têne kuştin, ne misilman in? Gelo ji bo wan, misilmanan çi kiriye?          

Şerê li Sûrîyê, ku di navbera milet û çetên malbata Beşarko de dest pê kiriye, rûreşî û bêbextiya navnetewî eşkere kiriye, mehzeleya sedsala bîst û yekê ye!  

Kurdistan 

About The Author