Welatparêzan (!) êrîşî hunermend Yeqîn kir

Hinek ji me Kurdan nikarin bi kerê, lê dibezin kurtên. Em kurmê dara xwe ne, dijminê qewmê xwe ne, xulamê xelkê, qesasê serê hev in.

We dîtiye ew Kurdên ku ji xwe re dibêjin “Welatparêz” êrîşî hunermendekî Tirk kiribin?

We dîtiye ew Kurdên ku xwe wek berpirs û parêzerên welatparêzîyê dibînin êrîşî çeqel yan keftarekî Tirk kiribin?

Lê gava dor tê ser Kurdan yan hunermendên Kurdan, dibin şêr û pilind û bi nav serê wan dikevin, tembûrên wan di nav serê wan de dişkînin, wan dikin xayîn û ajan û dest bi lotikên welatparêzîyê dikin. Kesên ku li ber  Tirk û hunermendên Tirkan  pisîk in, ji qewmê xwe re dibin şêr.

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Mersînê be, dibêjin çend kesên ku bi Kurdîyek xweş diaxivin bi nave “Welatparêzên Kurd” êrîşî hunermend Yeqîn H kirine, dev û poz lê werimandine û erka welatparêzîya xwe anîne cîh.

Çima?

Belkî ji bo ku hunermend Yeqîn H ji wan veqetiyaye yan jî hew bi wan re kar dike.

Hunermend Yeqîn H, piştî lotik û zîtirkên ku ji alî “Welatparêzên Kurd (!)” ve xwar, axivîye û gotiye; “Çawa ev du peyv tên cem hev? Ew welatparêz in ma em kurê nizanim çi ne? Welatparêzî û êrîşa ser welatparêzan çawa dibe? Ew bûne welatparêz û em ên ku zêdeyî 20 salane ji bo ziman, nasname, xîret û şerefa xwe xebatê dikin bûne xwefiroş û li sûkên bajaran rastî êrîşan tên ha” û dibilîne.

Êêêêêêê, derbasbûyî be kekê Yeqîn!

Aciz nebe qurban. Ji berê de dibêjin “Heta min xwe nas kir, min emir derbas kir” bavê min. Welatparêzî ne rehet e wey. Ma heta ew kes li min û te nexin, poz û diranên me neşkînin, di çavê hinek alîyan de dibin welatparêz? Ma bêyî êrîşa ser welatparêzan karin terfî bikin cîgerim? Ma bê êrîş û şer karin bibin onbaşî û çawîş?  

Ez serê xwe û te neêşînim heyran, ji îro û pêde hay ji welatparêzan û êrîşa wan hebe. Hema kesê ku got “Ez welatparêz im” jê bireve û xwe bide alî. Di dema îro de destê kê di bêrîka kê de ye kes nizane û tu sax…  

Mersîn

About The Author