Xalê me Mislim soz da!

Serokê PYD xalê me Mislim Salih hevpeyvînek qerase da rojnameya Rûdaw û çend lotikên xweş, germ û nerm avêtin.

Lotikvanê Rûdawê jê pirsîye:

– Hûn soz didin ku şerê brakujî rûnede?

Xalê me Mislim simbêlên qeytanî ba daye û pirs bersivandiye:

– Erê, em soz didin û eger li ser xwîna me be jî, em rê nadin ku şerê brakujî derkeve holê.

Aha soz ev soz e ha!

Bi namûsa mêrê çê, xalê me Mislim Salih soza mêrê berê da.

Hûn zanin, sozên mêrê berê soz bûn, mêrên berê serê xwe jî bidana sozên xwe xira nedikirin, li ser sozên xwe diman.

Îcar hêvîdarim xalê me Mislim Salih jî wek mêrên berê li ser soza xwe bimîne û rê nede ku li rojavayê Kurdistanê şerê brakujî çêbibe, rê nede ku Kurd xwîna Kurd birjîne.

Xalê me Mislim herweha gotiye; “ Zemanet  gel e û şerê birakujiyê rû nade. Her dema ku Kurdên Rojava jî bûn du beş, wê şer çêbibe. Lê îro ji sedî 80 nêrîna gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê yek e. Dixwazim bêjim ku kak Mesûd Barzanî bû zemanetek ku şerê brakujiyê derneket“ filan û bêvan.

Di van gotinan de dixuye ku xalê me Mislim soz ji bo îro û niha daye. Lê gava ku sibê dusibê Kurdên rojava bûn du beş (ji xwe ev serê rimê ye, ma kengî Kurd bi temamî bûne yek kî?) wê sedî sed şerê brakujî derkeve û wê Kurd fermana hev rakin, qira hev bînin.
De ne xwezî bi wê rojê rebbî!

Hêvîdarim ew roj neyên, em wan rojan nebînin û Kurd nebin qesasê serê hev.

Dest xweş xalê Mislim!

Efrîn

About The Author