Ev ne rezaletî be çiye?

Ji niha ve zarokên me dikin dijminê Kurdan!

Ji niha ve serê zarokên me bi dijminatî û şerê brakujîyê dadigrin!

Ji niha ve zarokên me dikin dijminê qewmê xwe!

Ji niha ve zarokên me dikin mirîd û sofî!

Law ma ev karê aqila ye?

Ma zarokên 13-14 salî çi ji AKP, Erdogan û îxanetê fêhm dikin?

De ji xwe re li van wêneyan binerin û dek û dolabên hinek kes yan partîyan bînin ber çavên xwe. Ew kes yan partîyên ku newêrin bi eşkere dijayetîya Serok Barzanî bikin, ew kes û dezgehên ku lingekî wan li Hewlêrê, di otêlên 5 stêrk de û lingekî wan di tevna Beşar Esed de ne, xwe li pişt perdeyên reş û tarî vedişêrin û zarokên me didin pêş, zarokên me dikin dijminê kesekî mîna Serok Barzanî.

Ey Beko Ewanên pişt perdeyan!

MHP, CHP û temamê nîjadperest û dijminên gelê Kurd li dijî beşdarbûna Serok Barzanî ya kongreya AKP derketin. Di kesayetîya Serok Barzanî de li dij milletê Kurd derketin. Gelo ferqa we û wan nîjadperestên hov çiye? Gelo bi vê helwesta xwe hûn li cem dijminên gelê Kurd cîh nagrin? Ev çi aqil e, çi siyaset e, çi şorba nîskê ye?

Belê, başûrê Kurdistanê îro wek dewlet tev digere, ji alî Amerîka, Ewrûpa û gellek welatê dinyayê ve tê naskirin, rêz û qîmet jê re tê girtin. Helbet wê Serok Barzanî jî wek “Serokê dewletekê” tev bigere û siyaseta xwe bike. Wê beşdarî kongreya AKP jî bibe (ku AKP îro rêveberê Tirkiyê ye) û di kongreyên wan de navê Kurd û Kurdistanê jî bîne zimên.

Lê ev çi agir ketiye dawa hinek Kurdên me?

MHP, CHP, nîjadperest û şovenîyên Tirk li qûna xwe zor bînin belkî mafê wan be, lê Kurd?

Law hûn ji sibê heta êvarî dikin qar û war û dibêjin “Em amade ne li gel Tirkiyê rûnin”, ku Erdogan bangî we bike hûnê bi def û zirne, bi govend û dîlan herin dîwanxaneya wî, lê ku Serok Barzanî diçe kongreya AKP li zora we tê. Ma ev ne zikreşî û hesûdî be naxwe çiye baba?

Êêêêêêê, çi dibêjin?

Kurmê darê ji darê ye kekooooooooooo!

 

Hewlêr

About The Author