Evîna me lotikek xwar

Siyasetmedara Kurd û xezala „Girêmîra“ keça me Evîn Çetîn, lotikek ji partîya xwe xwar û terfîya xwe winda kir.

Li ser bextê fitne û fesadên çiyayê Qendîlê be, dibêjin Evîna me çûye Qendîlê, ketiye govendê, bi gerîllayên PJAK û PKK re dest bi lotikan kiriye, di govend û dîlanê de ji kêfan re serxweş bûye. Êêêêêê, dibêjin hingî Evîna me di govendê de germ bûye,  ji bîr kiriye ku ew siyasetmedarek Swêdî ye  û ciyê siyasetmedaran jî ne çiya lê berîyên welatê Swêdê ye.

Axir, piştî ku wêne û vîdeoyên Evîna me derdikevin holê, partîya wê ya Sosyal Demokrat lotikekê li wê dixe, bi sedema ku piştgirî daye terorîst û terorîzmê wê ji kursîyê wê bi dûr dixe û wê dicemidîne. 

Erêêêêê erê Evîn xanim!

Keçê porkurê, kezîkurê, tu siyasetmedar î, tu siyaseta partîya xwe jî baş zanî bawerim, keçê ma derek nemabû ku tu biçî Qendîlê û govendê bigrî?

Keçê te Girêmîrîyên Swêdê bidana hev, we govendek qerase li dar bixista û te jî serê govendê bikişanda, ma ji govenda Qendîlê ne xweştir bû keçko! 

Kesên ku li Qendîlê govendê bigrin pir in evîn xanim, lê kesên ku karibin li Ewrûpa û Îskandînawyayê siyasetê bikin û ji Kurdan re „lobî“ û „dostan“ çêkin kêm in. Me digot qey Evîna me van tiştik miştikan zane. Lê mixabin wê jî xwe kir bi qurbana çend lotikên li Qendîlê.

Êêêêêêê Evîna me!

Gelo çi li te zêde bû?

Gelo te li Swêdê siyasetek baş bikira ji Kurdan re ne bixêrtir bû?

Stockholm

About The Author