Nasnameya bi şeref!

Piştî kongreya AKP û destnîşankirina çend xal û maddeyên nû, neqşeya pêşeroja AKP jî hêdî hêdî kifş dibe. Li gora fitne û fesadên nava AKP radigihînin, dibêjin wê AKP çend gavên germik û nermik bavêje û di derbarê xweparaztina bi zimanê Kurdî û bikaranîna wergêrên Kurdî de çend lotikan bavêje.

Di vê derbarê de Cîhgirê Serokwezîr Bulent Arinç li Amedê hinek lotikên ademî avêtin û behsa wan lotikên ku pêk bên, kir.

Cîgerim Arinç di axavtina xwe de qîmetek mezin da nasnameya Kurdî û got: “Bi dîn û îman, bi serê Erdogan û Abdûllah Gul kim, nasnameya Kurdî nasnameyek bi şeref e. Sedema van tevlihevîyên îro siyaseta red û înkarê ye. Lê emê tirrê ji siyaseta red û înkarê berdin. Wê kesek nikaribe xwe di ser kesekî din re bigre. Emê dev ji siyaseta red û înkarê berdin, wê mirovên vê xakê karibin bi nasnameya xwe xwe îfade bikin” û di axavtina xwe de germ bû, bû pizot.
Werhasilî kelam, xalê AKP Bulent Arinç li Amedê çend lotikên xweşik û meşik avêtin, şerefek mezin da nasnameya Kurdî û bi şeş telaqên jinberdanê soz da ku wê hêdî hêdî, gav bi gav astengîyên li ber ziman û nasnameya Kurdî rakin û meselê safî bikin.

Heke gotinên Arinç ras bin, xwedê li axreta gewrik 71 “horî”yên bihuştê bike qismetê wî. Na heke gotinên wî derew derkevin, xwedê li axreta gewrik 71 “nûrî”yan bike qismetê wî û serokê wî rebbî…

Amed

About The Author